15’mîn festîvala navnetewî ya şanoya kolanî ya Merîwanê ku her sal li bajrê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin, îsal jî wê di navbera 23 û 28’ê Cotmehê bihatiba lidarxistin, lê ji ber şewba koronayê taloq bû. Komîteya amadekar a festîvalê bi daxuyaniyekê ragihand ku festîval wê îro saet 17:00’an li Parka Şanoyê ya bajarê Merîwanê destpê bike. Ji gelek dewerên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û welatên din wê hunermend bi berhemên xwe tevlê festîvalê bibin.
Festîval ji 6 beşan pêk tê ku bi vî rengî nin: Serbest, Ayînî, Cûreyên din ên Pêşkêşkirinê, Zarok û ciwan, Taybet, Bijartiya Navenda Festîvalê. Îsal beşa pêşbirka şanoyê jî li 6 beşên din ên festîvalê hat zêdekirin.
Bi giştî 31 berhem ji bo festîvalê hatine pejirandin ku wê di festîvalê de werin pêşkêşkirin.
Festvîal wê heya 1’ê Mijdar bidome û di dawiyê de wê serketiyên her beşek ji festîvalê werin xelatkirin.