Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye

October 22, 2021
0 0
16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
Share on FacebookShare on Twitter

SEMSÛR – Keleha Kolikê ya Kevn ku ji hêla Mîrnişîniya Kommageneyê ve hatiye avakirin, 16 sal in bi hinceta restorasyonê kes nikare serdana wê bike. 

Keleha Kolikê ya Kevn ku ji hêla Mîrnişîniya Kommageneyê (B.Z. 163-P.Z. 72) ve hatiye avakirin, 16 sal in kes nikare biçê. Ev keleha ku tê diyarkirin 2 hezar salî ye, di dema Romayiyan de hatiye zeximkirin. Paşê Memlûkiyan di salên 1260’an de ew restore kirine. Keleh, li nêzî Kolika Kevn e û şopên 3 mîrnişîniyên mezin di xwe de dihewîne. Di hundirê kelehê de mescîd, girtîgeh û zindan, kîtabe, hemam, ava diherike Cobarê Kolikê, serdav hwd. hene. Keleh, heya salên 1920’an wekî wargehekê û ji salên 1920’an heya 1970’yî wekî cihê bazarê hatiye emilandin.
 
Keleh, di sala 2005’an de ji bo restorekirinê bi temamî hat girtin. Lê belê heya sala 2015’an bi navê restorasyonê tu tişt nehat kirin û restorasyona ku di 2015’an de dest pê kirin bi xebata 3 jê arkeolog û 3 jê jî karker, didome. 
 
Girtina kelehê herî zêde bandor li esnafên herêmê dike. Esnafan anîn ziman ku ji ber ku keleh girtiye kes pir nayê van deran û yên tên jî tenê ji dûr ve lê mêze dikin û diçin. 
 
Esnafan, bibîr xistin ku keleh di 2005’an de bi temamî hatiye girtin û gotin: “Heya 2015’an jî tu tişt nehat kirin. Koma restorasyonê du caran guherî, lê hê jî restorasyon neqediyaye. Niha 6 kes lê dxebitin. Par ji me re gotibûn dê îsal kelehe bê vekirin, lê sal sal qediya hê jî nehatiye vekirin.”
 
MA / Ferhat Çelîk – Mujdat Can

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Wêjevanê Kurd Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Wêjevanê Kurd Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist