Ji bo girtiyên nexweş, hem di qanûnên neteweyî û navneteweyî de bi rêzik û pîvanan maf û heq hatine destnîşankirin. Di vî warî de rêzik û pîvanên Komîteya Ewrûpa ya Konseya Ewrûpayê (2006) heye û li gorî tafsiyeya 2’an xala (md. 40.3) divê girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin û bên dermankirin. Li gorî belgeya Danezana Lîzbon a Yekîneya Tebîban a Cîhanê ku di sala 1981’an, nexweş azad e ku bijîşkê xwe li gorî xwe hilbijêre. Xwedî maf e ku mafê dermankirinê erê bike yan jî red bike.
Jixwe li Tirkiyê burokrasiyeke qanûnan a gîrokirinê heye û dihêle girtî bimire ango girtî dikuje. Ji ber ku sazî û dezgehên dewletê hemû girtiyên siyasî û heta girtiyên Kurd dijmin dibîne û bi vî awayî nêzîk dibin. Di vê nuqteyê de huqûqê dijminatiyê jî nameşe. Mînak girtiyek gelek caran serî li saziyekê dide û tevî mafê wî-wê hene jî ev bi gelek bahaneyan tê paşxistin û bi vî awayî dihêlin ku girtî bimire. Mînak Saziya Tiba Edlî heye, nikare bi xwe biryaran bide û di bin bandora siyasetê de biryarên nebiryar die. Ergin Aktaş ê 2 destê wî tune û li Girtîgeha Metrîsê dimîne, li gel ku Saziya Tiba Edlî 5 caran rapor daye wî jî nayê berdan.
Li gorî xala 104’an a Destûra Bingehîn a Tirkiyê erka Serokomar a ji bo girtiyên nexweş heye. Li gorî vê erkê Serokomar dikare girtiyên nexweş ku her tim nexweş e, seqet e û nikare bi serê xwe bijî cezayê wan sivik bike û rake. Serokomar Abdullah Gul ev erka xwe ji 2008’an heta 17’ê Gulana 2012’an ji bo 26 girtiyên nexweş bikar anî. Serokê AKP’ê û Serokomar Erdogan jî ev erka xwe di sala 2019’an de ji bo 3 girtiyên edlî û faîlê Komkujiya Madimakê Ahmet Turan Kiliç bikar anî. Lê ji ber ku Kurdan dijmin dibînin an jî jê wêdetir ev erk jî nayê bikaranîn û ev awa nêzîkatî jî dibe sedem di nava 11 mehan de 21 girtiyên nexweş bimirin an jî bêne kuştin.
Li gorî rapora CPT’ê ya 2020’an divê Tirkiye tedbîr bigire û şert û mercên girtiyên nexweş baş bike, lê ev jî tenê li ser kaxizê dimîne.