Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

21 rêxistin û komeleyên ziman: Em ê zimanê xwe biparêzin

May 29, 2022
0 0
21 rêxistin û komeleyên ziman: Em ê zimanê xwe biparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Tevna Çand û Zimanê Kurd, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurd a Stenbolê jî di nav de 21 rêxistin û komeleyên ziman, li ser qedexekirina şano û konserên Kurdî daxuyanî dan.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku êrişên li ser Kurdî bi rêk û pêk sed sal in dewam dike û işaret bi qedexekirina konserên Aynûr Dogan û Metîn Kemal Kahraman û lîstika şano ya Tiyatro Mencel kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em pê zanin ku hincetên ji bo betalkirinê hatine pêşkêşkirin bahane ne, mijara esasî tirsa ji ber xwedîderketina Kurdan a li çand û zimanê xwe ey.”

Rêxistinan diyar kirin ku li gel qedexe û astengiyan jî Kurdî wê bê parastin û gotin, “Li dijî van qdexe û êrişan em ê li her derê bi zimanê xwe bipeyivin, li her derê bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî bistirên û bersiva pêwîst bidin. Ev êriş tenê dikare bibe sedem ku daxwaza me ya ji bo parastin û pêşvebirina Kurdî zêde bibe. Gelê Kurd wê ji ber qedexe û êrişan dest ji zimanê xwe bernede. Li dijî van qedexeyên li ser çand û zimanê Kurdî, em ê li her qada jiyanê zimanê xwe biparêzin.”

RÊXISTINÊN KU DAXUYANÎ DANE

Komele û rêxistinên ku daxuyanî dane wiha ne: “Tevna Çand û Zimanê Kurd, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê, Enstîtuay Kurd a Stenbolê, Enstîtuya Kurd a Amedê, ARSÎSA Ziman, Komeleya Navenda Lêkolînên Çand û Hunerê, Komeleya Wêjevanên Kurd, ARÎ-DER Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman, Komeleya Birca Belek, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman-AVESTA, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ferat, Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilat, Federasyona Komeleyên Mûş, Federasyona Komeleyên Şîrvan, Federasyona Komeleyên Wanê, Federasyona Komeleyên Îdirê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Federasyona Komeleyên Dep Xarpêtê, Platforma Patnosiyan li Stenbolê, Kovara Destar û Komeleya Ekolojî.”

Next Post
Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike

Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist