Êzidiyên li Ewropayê xwe ji bo duyemîn Festîvala Çanda Êzidxanê amade dikin. Bi vê armancê doh li bajarê Celle yê Elmanyayê civîna komîteya amadekar a festîvalê hate lidarxistin.
Nûnerên sazî, mal û komeleyên civaka Êzidî tevlî civînê bûn û plansaziyek ji bo festîvalê hate amadekirin.
Komîteya Amadekar ragihand ku festîval wê di 21’ê Tebaxa 2021’ê de li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê pêk were û amadekariyên wê ber bi dawiyê ve çûne.
Kommîteyê diyar kir ku kesên dixwazin tevlî festîvalê bibin, dikarin bêfikar û bêguman beşdar bibin, ji ber ku hemû tedbîrên li gorî rêgirtina koronayê hatine wergirtin.
Festîval xwedî bernameyeke dewlemend e û wê li gorî rê û resmên Êzdiyatiyê bi rê ve biçe.
Wê qewl, beyt û dua bêne pêşkêşkirin, sembola çand û dîroka Êzidiyan bê raberkirin.
Koma Rêdûr, Îdrîs Bagok, Silêman Rengîn, Jiyan Qamişlo, Egîd Şingalî, Berkat Taqî, Kemal Efrînî, Elind, Koma Zewkî û hunermendên surprîz wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
Her wiha wê komên govendê û şano jî cihê xwe di festîvalê de bigirin.
Festîval wê di 21’ê Tebaxa 2021’ê de li Festplatz am Gleisdreich – Am Sudring Duisburger str. 4 Bielefeldê pêk were.
Komîteya amadekar banga tevlîbûnê li tevahiya civaka Êzidî û gelê Kurd ê li Ewropayê kir.