Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn

June 16, 2022
0 0
33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – 33 çîrokên bi kurdî yên ku di dema Sovyetê de bi alfabeya kîrîlî hatine çapkirin, niha jî bi alfabeya latînî ya kurdî derketin.
 
Rojnameger Ferîd Demîrel 33 çîrok ji pirtûkên di sala 1936’ê de li Ermenistanê çap bûne, berhev kiriye û bi navê “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” amade kiriye. Weşanxaneya Sorê jî ev bijarte çap kiriye. 
 
Çîrok ji nava du pirtûkên bi navê “Kitêba Zimanê Kurmancî” ya “Bona dersxana çara” û ya “Bona dersxana şeşa” hatine berhevkirin. Her du pirtûkên navborî, weke beşeke ji rêzepirtûkên navborî di sala 1936’ê de li Rewanê ji hêla Hikûmeta Şêwra Ermenistanê ve hatine çapkirin.
 
Di pirtûkê de çîrokên nivîskarên kurd ên mîna, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadîr hene. Her weha çend çîrokên nivîskarên ermen ên mîna Vahan Totovents, Derenîk Demirçiyan, S. Zoryan, Hovhannes Tûmanyan, Arazî di nava pirtûkê de ne. Li gel van çîrokan, çîrokên nivîskarên rûs ên mîna Gorkî, Tûrgenyev, Çexov û Tolstoyî jî hatine çapkirin. Çîrokeke nivîskarî Îrlandî George Bernard Shawî jî di pirtûkê de heye.
 
Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û Heciyê Cindiyî, Casimê Celîlî çîrokên ermenkî û rûsî ji bo kurdiya kurmancî wergerandine.
 
Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û Gerdoyê Gêncoyî di van pirtûkan de him çîrok û helbestên nivîskarên kurd û him jî yên ermen û rûs weşandine.
 
JI PÊŞGOTINA PIRTÛKÊ
 
Di pêşgotina “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” de derheqê pirtûkê de ev tişt hatine gotin: “Di dema Sovyetistanê de li Ermenistanê civaka kurdan ji bo dibistanan pirtûkên dersan amade kirine. Zarokên ku diçûn dibistanê bi saya van pirtûkan bi kurmancî xwendine û nivîsandine. Di van pirtûkan de çîrok, metelok, helbest û tiştên din ên kurdan hebûn. Li hêlekê jî di van pirtûkan de fikra sosyalîzmê hebû. Behsa hejariyê, sedema vê hejariyê, başbûna sîstema sosyalîzmê û rizgarbûna gelan hebû.
 
Ev pirtûka ku bi navê Guldesteyek ji Baxê Rewanê hatiye amadekirin jî, ji nava du pirtûkên bi navê ‘Kitêba Zimanê Kurmancî’ ya ‘bona dersxana çaran’ û ya ‘bona dersxana şeşa’ hatiye berhevkirin.   
 
Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco ev pirtûk bi hevkariya nivîskarên ermen ên weke H. Mikirtçyan, G. Zenyan û R. Drambyanî amade kirine. Di van pirtûkan de heman kesan çîrokên xwe weşandine, çîrok û helbestên nivîskarên kurd û ermen çap kirine. Her weha ne tenê yên xwe weşandine, çîrokên Gorkî, Çexov, Tolstoy, Tûrgênyêv, Tûmanyan û gelekên din wergerandine.
 
Amadekar Ferid Demirel 33 çîrok ji nava van pirtûkan hilbijartiye û ev çîrokên ku bi kurdiya kîrîlî hatine nivîsîn, latînîze kiriye.” 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li dibistanên Kurdistanê polîtîkayên qirêj 

Li dibistanên Kurdistanê polîtîkayên qirêj 

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist