Nivîskarê “Min çi dîtin” Ehmed Xwace yek ji rewşenbîrên Kurd e ku gelekî nêzîkî Şêx Mehmûd bûye. Xezînedarîya Şêx Mehmûd kiriye. Şahidê rasterast ê hemî bûyerên Tevgera Şêx Mehmûd e. Bi xwe jî beşdarî hereketa çekdarî ya tevgerê bûye. Di “Min çi dîtin” de bi awayekî kronolojîk bûyerên tevgerê ên ji sala 1919’an heta 1927’an ji me re neqil dike.
Wergêr ji bo van bibîranînên Ehmed Xwace dibêje, “Bê guman nivîsandina van awa bîranîn û şahidîya bûyeran, ji bo dîrokzan û dîroknasên Kurd qîmeta wan nayê pîvan û hêjayî hemî awa pesin û şanazîyê ne. Bi saya van awa nivîsan rûpelên têkoşînê ên dîroka netewa Kurd ronî dibin. Ew kil û kêmasî an şaşîyên hene ji me re dibin rêber ku carî nebin.”
Ziya Avci wergera ber bi Kurmancî ve a kitêbê kiriye û kitêb 285 rûpel e. Mijdara 2020´an Lîsê çap kiriye.
Kerîm Husamî bi “Komara Demokratîk a Kurdistanê” dadikeve. Tevî ku ji heftê salan zêdetir dem di ser re derbas bûye jî mijar ji Kurdan re her aktuel e û di rojeva wan de ye. Li gel vê rewşê jî agahîyên der bare wê de hê sererast nebûne. Gelek caran jî mirov hê jî neçarî çavkaniyên bîyanîyan dibe. Kerîm Husamî bi kitêba xwe li ber vê rewşê radibe. Wergêr Ziya Avci ji bo kitêbê dibêje, “[Nivîskar] Li hemberî çewtî û hewldanên berevajîkirina rastîyan radibe û dibêje: Ez ê jî tiştekî bibêjim!
Nivîskarê ku wekî ciwanekî çalak beşdarî vê pêvajoyê û pêvajoya piştî wê bûye, berî ku qala Komarê bike paşxaneya nêzîk vedibêje. Hem polîtîkayên dewleta Îranê û hem jî nerazîbûnên Kurdan ên li hemberî van polîtîkayan. Rewşa aborî, civakî û sîyasî a Îranê û Kurdistanê radixe ber çavan. Rêxistina JÊKAF’ê ku aktora sereke a vê pêvajoyê ye, damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê, daxuyandina Komarê, kes û komên ku tê de cî digirin, kar û xebatên ku hatine kirin û ên ku nehatine kirin an jî demê têr nekiriye, qelsî û kêmasîyên ku bûne sedema têkçûnê…”
Esîrî û helbesta wî
AMED