Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû

October 30, 2022
0 0
4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bi bernameyên “Dengê Çiyayan: Wêjeya Îhsan Colemergî” û axaftina mêvanê rûmetê Îhsan Colemêrgî bi dawî bû.

 
Li Amedê 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku ji aliyê Weşenxaneya Lîsê, Navenda Hûnerê ya Amedê û Wejegeha Amedê ve bi dirûşmeya “Heqîqeta di zimanê xeyalê de” hat li darxistin îro li avahiya Wêjegeha Amed a li semta Diclekent a navçeya Peyasê ya Amedê bi bernameya “Dengê Çîyayan: Wêjeya Îhsan Colemêrgî” û axaftina nivîskar Îhsan Colemêrgî ku mêvanê rûmetê yê bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî bû bi dawî bû.
 
Di bernameya gotûbêja “Dengê Çîyayan: Wêjeya Îhsan Colemêrgî” de nivîskar, Şerefxan Cizîrî,  Omer Dilsoz, Şêxo Filîk û Mehmed Dîcle li ser wêjeya Îhsan Colemêrgî axivîn. 
 
WÊJEYA BINDESTAN
 
Piştî gotbûjê jî nivîskar Îhsan Colemergî axaftina dawî kir. Colemêrgî bal kişand ser çand û zimanên bindestan û helbesta helbestkarê Sumerî Ludîngîra ya piştî ku Akadan welatê Sumer dagirkiriye nivîsiyê wiha û got: “Mirovên hov ketin axa me, bi saya me bûn xwedî şaristanî, haya wan ne şaristaniyê, ne çandê, ne hunere,  ne olî ne e dibîstanê, ne heyvê û ne jî sterkan hebû hemû jî ji me girtin, piştrê jî pesna xwe dan û gotin ew yê me ne, ez ditirsim ku rojek dê were şaristaniya me û navê me jî bê jibîrkirin, serkêftinên me jî wê bikin xulamên xwe. Ez mirovek biçûkim, li dijî vê derketin ji destê min nayê ji bo wê ez dikim hawar, ez nivîskarim bi nivîsandine xwe şaristanî û kevneşopiya neteweya xwe bînim bîra Sumeriyan ku bila xwe ji jî bîr nekin bi vê baweriyê min biryar da ku ez binivisînim.”
 
XETEREYA PIŞAFTINE YA LI SER ZIMANÊ KURDÎ
 
Colemergî anî ziman ku gotinên Lûdîngîra ji bo hemû nivîskarên bindestan peyamekê bihempayê û keraseta ku hatiye serê çand û zimanê kurdan ya ji sumeriyan mezintir e. Colamergî destnîşan kir ku axaftina bi zimanê kurdî kêm e û got: “Divê em bazara axaftina bi zimanê kurdî zêde bikin. Divê em di mala xwe de jî bi zimanê kurdî biaxivin. Zimanê kurdî di nava tenûreke kûr û agir da ye. Her çar aliyê wê tenûrê bi pişaftine ji aliye nîjadperêstan ve hatiye dorpêçkirin. Bi zimanê biyanî xweşî di dinyayê de naye dîtin. Mirov bi zimanê dayikê, rastî, xweşî û delaliya dinyayê dibîne. Mixabin em jî vê rastiyê dûr in.”
 
Piştî axaftina mêvanê rûmetê Îhsan Colemergî bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku 10 rojan berdewam kir bi dawî bû.
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Bi devoka Meletî ‘Kilamên Erxevan’

Bi devoka Meletî ‘Kilamên Erxevan’

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist