Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Akademiya Îsmaîl Beşîkçî dest pê dike

December 9, 2020
0 0
Akademiya Îsmaîl Beşîkçî dest pê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Serlêdanên ji bo serdema payîzê ya Akademiya Îsmaîl Beşîkçî dest pê kir. Ders wê di bin sernavê ‘Tecrûbeya Perwerdeya Kurdî’ de werin dayîn. Armanca xebata akademiyê, di qada kurdî de zanyariyan pêk bîne û belavî civakê bike.

Serdema payîzê ya Akademiya Îsmaîl Beşîkçî wê di navbera 12’ê kanûna 2020’an û 23’yê çileya 2021’ê de pêk were. Ji bo beşdariya li dersan, pêvajoya serlêdanê dest pê kir. Akademî salê du caran, di serdemên payîz û biharê de, heft hefteyandidome.

Akademî dê bi awayê onliîne pêk bê, her sal 30 xwendekarên lîsans, master an doktorayê daxilî bernameya xwe dike. Kesên beşdarî bernameyê bibin divê di asta xwendin û nivîsandinê de bi kurdî baş bizanibin. Beşdarên bi serfirazî bernameyê diqedînin, di dawiya bernameyê de sertîfîkaya beşdariyê distînin.

Bername bi 30 kesan sînordar e. Ew kesên serî lê dane, wê herî dereng di 10’ê kanûna 2020’an de bên agahdarkirin. Bernaneya akademiya payîzê dê li ser bernameya Zoomê pêk bê.

Beşdariya li akademiyê belaş e û kesên bi rêk û pêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin, wê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) sertîfîkaya beşdarbûnê bide wan.

Ders wê di bin navê ‘Tecrûbeya Perwerdeya Kurdî’ de werin dayîn ku koordînatorê vê serdemê Cumhur Olmez e.

Bernameya vê serdemê wiha ye û kesên wê dersan bidin ev in:
12’ê kanûnê 2020: M.Şerif Derince, Modelên Perwerdeya Pirzimanî û Rewşa li Tirkiyeyê ji bo Kurdî
12’ê kanûnê 2020: Selda Araz, Analîza Dersên Hilbijartî: Hin Tecrûbe û Pêşniyar ji bo Perwerdeya Zimanê Kurdî
26’ê kanûnê 2020: Şehmus Kurt, Tecrûbeya Enstîtuyên Zimanên Zindî Li Tirkiyeyê: Mînaka Zanîngeha Mardîn Artûklûyê
2’yê çileyê 2021: Hewa Salam Khalid, Tecrûbeya Perwerdeya Kurdî li Başûr
09’ê çileyê 2021: Nurettin Beltekin, Ji Aliyê Felsefeya Perwerdeyê ve Perwerdeya Kurdî
16’ê çileyê 2021: Ronya Bewran, Analîza Pirtûkên Dersan ên bi Kirmanckî/Zazakî
23’yê çileyê 2021: Ronayî Onen, Hînkirina Zimên wekî Perçeyeke Aktîvîzma Zimên; Tecrûbeya TZPKurdî û Pirtûka Hînkerê. AMED

#Xwebûn

Next Post
Li Silêmaniyê festîvala fîlman hat lidarxistin

Li Silêmaniyê festîvala fîlman hat lidarxistin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist