Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim

September 24, 2022
0 0
Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
Share on FacebookShare on Twitter

RIHA – Hunermend Îlkay Akkaya, bertek nîşanî qedexekirina konsera xwe ya Rihayê da û wiha got: “Heta ku ez sax bim ez ê gotina stranan bidomînim.”
 
Hunermend Îlkay Akkaya derbarê qedexekirina konsera xwe ya di 25’ê Îlonê de li Rihayê bi hinceta ku ji aliyê walîtiyê ve ‘guncav nehate dîtin’ daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê (ÎHD) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) piştgirî dan daxuyaniya li Balafirgeha GAP’ê ya Rihayê hate lidarxistin. 
 
‘QEDEXEKIRIN NEHIQÛQÎ YE’
 
Akkaya ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku li dijî qedexeya konserê doz hatiye vekirin û wiha got: “Cara pêşîn guhdaran ji bo rawestandina darazê doz vekirin. Qedexekirina konserê ne hiqûqî ye. Li Tirkiyeyê êrîşên xwekujî û komkujiyan rû dan, bi sedan canên me jiyana xwe dest dan. Rayedaran gotin, ‘Heta sûc nebe em nikarin tiştekî bikin’. Niha jî heman tiştî ji bo xwe dixwazim. Dema sûc tunebû mafê min ê herî bingehîn, mafê min ê îfadeyê ji dest hat girtin û derxistin pêşberî dadgeriyê. Ez dixwazim diyar bikin ku vê konserê niha nebe hefteyeke din ew jî nebe meheke din ez ê bikim. Heta ku ez sax bim ez ê gotina stranan bidomînim.”
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin

Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist