Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket

January 8, 2022
0 0
Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Albûma “Feqî” ya Firat Med roja serê salê derket. Firat Med dibêje ku ew vê berhemê diyarî giyanên Feqiyê Teyran dike û dixwaze sala 2022’yan bibe sala azadiya gelê Kurdistanê. 

Hunermend Firat Med bi albûmek nû li pêşberî guhdarên xwe ye. Firat Med piştî albûmên xwe yên bi navê “Spî” û “Xeyal” vê carê jî bi singleyek nû bi navê “Feqî” derxist û vê berhemê jî diyarî Feqiyê Teyran dike. Albûma wî ya sêyem “Feqî” ku ji 5 stranan pêk tê strana “Jehra Evînê” ku helbesta Feqiyê Teyran e jî têde cih digire. 
 
Berhem ango albûma Med ji stranên wek “Bijang”, “Hêviya”, “Jehra Evînê,” “Mij û Dûman” û “Dîlberê”  pêk tê. Gotin û muzîka stranên “Bijang” û “Hêviya” aydî Firat Med in. Albûma nû ya Med li ser hemû platformên dîjîtal hatiye belavkirin û dikare were guhdarîkirin. 
 
DIYARÎ FEQIYÊ TEYRAN DIKE
 
Firat Med derbarê albûma xwe ya nû diyar kir ku ji ber ew vê albûmê diyarî Feqiyê Teyran dike navê “Feq”” lê kiriye û bi serê sala nû ango di 1’ê çile 2022’yan derketiye. Med destnîşan kir ku hêvî dike ev albûma wî ji sala 2022’yan re bibe sala azadî, aramî û yekîtiya gelê kurd. Med anî ziman ku ew dildar û hezkiriyê xelk, ax, welat û ziman û çanda xwe ye û ew ê dixwaze li ser axa Kurdistanê êdî ne xwîn û şer lê jiyanek azad û xweş peyda bibe. 
 
FIRAT MED KÎ YE?
 
Firat Med li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Eleqeya wî bi muzîk û hunerê re di temenê biçûk de dest pê kir. Di 17 saliya xwe de yekem berhem ango strana xwe ya bi navê ”Dîrok” nivîsî û çêkir. “Dîrok” ji aliyê hunermendê kurd Hogir ve hat gotin û vê stranê cihê xwe di albûma “Pêt” a Hogir de girt. Firat Med di sala 2013’an de yekem albûma xwe ya profesyonel bi navê “Spî” derxist. Bi berhemên xwe yên wekî “Dîrok, Roboskî, Zindan, Artêşa Hevalan û Yarê” bêtirîn tê nasîn. Ev berhem li ser platformên dîjîtal ji aliyê mîlyonan ve hatine guhdarîkirin. Berhema Firat Med a bi navê “Xeyal” jî di sala 2020’an de derket. Di sala 2022’yan de bi albûma “Feqî” li pêşberî muzîkhezan e. 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Festîval dê temaşevanan hîpnotîze bike

Festîval dê temaşevanan hîpnotîze bike

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist