Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Amûra têkoşînê ya Bihar a li dijî kevneşopiya civakê

December 27, 2022
0 0
Amûra têkoşînê ya Bihar a li dijî kevneşopiya civakê
Share on FacebookShare on Twitter

Bihar Silêman a 18 salî ku ji gundê Bircikê Silêmên ê navçeya Şêrewa ya Efrînê ye, niha weke koçberekê li Kantona Şehbayê dimîne. Jina ciwan Bihar Silêman diyar kir ku, ji biçûkatiyê wê xwestiye di warê çand û hunera Kurdî de xwe pêş bixe û got, “Hêj ez 8 salî bûm, tevlî xebatên çand û hunerê bûm. Ji ber ku derfetên çûn û hatinê li navçeya me tune bûn, di xwe gihadina navenda çand û huner ya navçeya Şêrewa de min gelek zehmetî kişandin. Gelek caran bi meşê ez diçûm navendê.”

 

Bihar Silêman da zanîn ku wê di nava komên govend, stranbêjiyê û koma kulîlkên Efrînê de cih girtiye û wiha dewam kir, “Piştî dagirkirina Kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, em neçar man ji wir derkevin. Pergalek me ya jiyanê rûniştî hebû, ew serûbin bû. Piştî em hatin Şehbayê jî me gelek zehmetî kişand.”

Bihar Silêman anî ziman ku ew niha endama Koma Şehîd Hêva ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê ye û wiha axivî, “Ji ber di nava malbatê de hezkirinek mezin li hemberî muzîkê heye, ji meraqan ez hînê ritîmê bûm. Ji ber rewşa awarte û şer, peydakirina mamoste jî zehmet bû. Li gorî derfetên xwe em hînê lêxistina amûrên muzîkê bûn. Cara ewil di 8’ê Adara 2019’an de li ser dikê min li daholê xist.”

Bihar Silêman diyar kir ku ew niha li navendê mamostetiyê dike û gelek xwendekar perwerde kirine û wiha domand, “Malbatê jî piştgirî da min ji bo karibim karên çand û hunerê bi pêş bixînim. Lê di çavê civakê de dema jinek li daholê dixe, wek şerm an jî eybek tê dîtin. Di hişmendiyê wan de hatiye rûniştandin ku dahol tenê mêr lêdidin. Zextek mezin li ser min çêbû ku dev ji lêxistina daholê berdim. Ev yek şaş e û li dijî vê zîhniyetê me têkoşînek da. Ez îro serbilind im ku min ev huner hilbijartiye.”

Next Post
Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir

Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist