Dewleta Tirk, ji wan dewletan e ku tinekirina mîrateya mirovahiyê ji xwe re kiriye siyaset. Birînên xirakirina Sûrê, xirakirina sûka dîrokî ya Heskîfê, di bin avê de hiştina Heskîfê bi xwe, teze ne û nekewiyane. Heman dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jî bi heman rengî mîrateya mirovahiyê tine dike. Perestgeha Eyn Darayê ya li Efrînê jî yek ji van cihan e ku di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên Çileyê 2018´an bi balefiran hatibû bombekirin. Hingê zirareke mezin lê bûbû. Piştre jî çeteyên dewleta Tirk li heman deverê cihê xwe yê perwerdeya eskerî û tetbîqatan çêkiribû û bi dîmen xiya dikir ku guleyan diteqînin û bombeyan diavêjin ser girî. Beriya bêhtirî bi salekê jî hin wêne derketin holê. Di van wêneyan de xuya dikir ka çawa çeteyan bi dozeran li girî xistiye û şêrê saxfilitî û peykerên din ji bin axê derxistine. Di salvegera dagirkeriyê de min xwest li aqûbeta wî şêrî (yan jî wan şêrên) Eyn Darayê bipirsim.
Dewsên xwedayî tine kirin
Kanûna 2019´an bi awayekî herî hov, şêrê Eyn Darayê (yan jî şêrên Eyn Darayê) tevî gelek peykerên din ji binê erdê bi dozeran hatin derxistin û talankirin.* Wêneyên ku paşê li ser vê talankirinê derketin holê, nîşan didin ka çawa dozer peykerî ji nava axê derdidixe û çete jî wî dipîvin. Arkeolog û îlustratrîs a Libnanî, Rana Zaher, li şêrê di wêne de nihêriye û kite bi kite pê daketiye. Bi ya wê, ev şêrê orjînal ê Eyn Darayê ye. Lê mirov dîsa jî nikare piştrast be, lewma ev şêr dibe ku yekî din ê mîna yê din be bi temamên detayên xwe.