Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye’

October 29, 2022
0 0
‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

WAN – Muzîkjen Mazlûm Anaç, li bajarên wekî Sûr û Cizîrê lidarxistina “mîhrîcanan” wekî parçeyeke konsepta şerê taybet nirxand û got ku bi vê armanc vemalaştina bîra civakî ye. 

Li gelek deverên Tirkiyeyê konserên hunermendên kurd û şanoya kurdî tên qedexekirin, lê li bakurê Kurdistanê jî bi destê qeyûman mihrîcan tên lidarxistin. Mihrîcanên tên lidarxistin jî bi taybetî li bajarên ku xwerêvebirî li wan hatibû îlankirin tên lidarxistin. Qeyûman li Sûrê, Farqînê, Nisêbînê, Kerboranê ku di sala 2015’an de hema bibêje hatibûn serobinokirin mihrîcanên cur bi cur li dar dixin û niha jî qeyûmê Cizîrê hewl dide di 30’yê cotmehê de bi navê “Mihrîcana Muzîkê ya Cizîrê ya By Mr. Dosso Dossî” li dar bixe. Muzîkjen Alî Mazlûm Anaç ku van mihrîcanan nirxand got: “Çalakiyên qeyûm ne tesadufî ne, polîtîk in.” 
 
‘PERÇEYEKE ŞERÊ TAYBET’
 
Anaç anî ziman ku desthilat li rojavayê Tirkiyeyê mihrîcanan qedexe dike û li Kurdistanê jî bi destê qeyûman mîhrîcanan li dar dixe û got ku lidarxistina van mîhrîcanan perçeyeke şerê taybet e. Anaç destnîşan kir ku ev pergal sed sal in hebûna gelê kurd tune dihesibîne û wiha got: “Ev mîhrîcanên navbirî hewldaneke qirkirina nirxnên gelê kurd e. Polîtîkaya şerê taybet e.”
 
‘ARMANCA SEREKE TUNEKIRINA VÎNA GEL E’
 
Anaç diyar kir ku li Cizîrê di salvegera tayinkirina qeyûm de lidarxistina mîhrîcanê ne tiştekî tesadufî ye û got: “Armanca sereke tunehesibandina vîna gelê kurd e. Wekî mînak mirov dikare di salvegera tayinkirina qeyûm de lidarxistina mîhrîcanan bide. Ev yek cewhera konseptê nîşan dide.” 
 
‘DIXWAZIN BÎRA CIVAKÎ VEMALIN’
 
Anaç bilêv kir ku qeyûm tenê konser û mîhrîcanan li dar naxin, navê kolanan jî diguherînin, peykeran jî hildiweşînin û got ku bi vî awayî sembolên gelê kurd tune dikin. Anaç destnîşan kir ku armanca vê yekê jî vemalaştina bîra civakî ye. Anaç bal kişand ser wê yekê ku li bajêr çalakiyên têkildarî nasnameya kurdî tên qedexekirin û wiha got: “Demek berê li Sûrê mîhrîcanek hat lidarxistin. Piştî wê dê di 30’yê Cotmehê de li Cizîrê jî bê lidarxistin. Çalakiyên qeyûm ên bi navê ‘Mîhrîcana Muzîkê’ bi teybetî li herêmên ku di sala 2015’an de bi destê pergala faşîst hovîtiyeke mezin hat kirin tên çêkirin. Ev ne tesadufî ye. Di 30’yê Cotmehê de lidarxistina wê jî polîtîk e, ji lew re ew dîrok, dîroka tayinkirina qeyûm e.” 
 
Her wiha Anaç ji bo cihê mîhrîcanê jî ku dê li Parka Mem û Zînê bê lidarxistin got ku heqareta li nirxên gelê kurd e. 
 
‘GELÊ KURD EW HOVÎTÎ JI BÎR NEKIRIYE’
 
Anaç destnîşan kir ku bi van çalakiyan nirxên gelê kurd tune tên hesibandin û wiha got: “Gelê kurd wê hovîtiyê ji bîr nekiriye. Gelê kurd dê xwedî li nirxên xwe derkeve û serî netewîne.” 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-li-pey-xeyalen-xwe-dice-168222

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist