Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ateş: Bêyî piştgiriyê zehmet e karê şanoyê bidome

November 11, 2020
0 0
Ateş: Bêyî piştgiriyê zehmet e karê şanoyê bidome
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sala 2016’an ji aiyê AKP-MHP’ê ve hate desteserkirin, gelek hunermendên di bin sîwana Şanoya Bajêr a şaredariyê de dixebitîn, bêkar mabûn. Lê belê şanogeran Sibata 2017’an bi ked û hewldana xwe Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin. Bi şewba Covîd-19 re Şanoya Bajêr a Amedê jî pergeyên xwe girtin. Meha Hezîranê bi pêvajoya asayîbûnê re şanoyê di meha Tîrmehê de ji nû ve dest bi pêşandanê kir. Lê belê hîn jî li Tirkiyeyê yan jî Kurdistanê hejmara şanoyên ku lîstikên xwe pêşkêş kirine gelekî kêm in.

Şanoya Bajêr a Amedê mîna ku her sal dike plan dike ku sezona xwe meha Cotmehê veke. Lê belê tevî fikarên tenduristiyê yên ji ber şewba Covîd-19 her wiha pirsgirêkên madî bandor li wan jî kiriye. Ji Şanoya Bajêr a Amedê Zeycan Ateş li ser rewşa şanoyê axivî.

Zeycan Ateş bi bîr xist ku bi destpêkirina şewba Covîd-19 re plansaziya wan hemû rawestiya û got, “Meha Hezîranê asayîbûnê dest pê kir, lê belê şano meha Tîrmehê dest pê kir. Ji xwe dema ku dest pê kir, înşaeta cihê me yê nû jî bi dawî bûbû. Bi derbasbûna cihê nû re me dest bi karê lîstikeke nû kir.”

Zeycan Ateş diyar kir ku plana wan ew e ku meha Cotmehê dest bi pêşkêşkirina lîstika xwe bikin, lê belê di nava şert û mercên heyî de nizanin ku wê rewş çawa bibe.

Zeycan Ateş ragihand ku di dema şewbê de rewşa şanoyê gleekî zehmet e û got, “Eger hûn lîstikekê neafirînin, nîşan nedin û temaşevan neyên lê nenihêrin, hingî hatineyeke we jî nabe. Ji ber ku hema bêje temamiya hatineya madî ya şanoyê ji bilêtan e. Em li vir 16-17 kes dixebitin, me hîn dest bi sezonê nekirine. Dema ku me dest pê kir, em nizanin ku wê temaşevan bên an neyên. Temaşevanên me dibêjin ku wê bên, lê belê hem divê em li tenduristiya hevalên xwe hem jî ya temaşevanên xwe bifikirin. Ev yek pirsgirêkeke giran e, divê em ji bo tenduristiyê şert û mercên guncav biafirînin.”

Zeycan Ateş diyar kir ku niha li Tirkiyeyê pêwîstiya şanoyên taybet bi teşwîqê heye û got, “Em niha pêşiya xwe nabînin. Nizanin wê çi bibe. Bi qasî ku ez zanim ji bilî Dika Moda (Stenbol) kesî lîstik pêşkêş nekir. Hin şano di vê demê de hatin girtin, texmîn dikim ku wê gelek jî bên girtin. Bêyî piştgiriya madî zehmet e ku şano bidome. Mîna her salê em plan dikin ku meha Cotmehê dest bi sezonê bikin; lê em nizanin ku çi li benda me ye. Beriya her tiştî tenduristî gelekî girîng e û em di vê çarçoveyê de gavan diavêjin.”
 

Next Post
Li Helîlbronnê konferansa berxwedana çandî hate lidarxistin

Li Helîlbronnê konferansa berxwedana çandî hate lidarxistin

Please login to join discussion
Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist