Lîstikvan û derhêner Berfîn Zenderlîoglu bi hevkariya şanoyên Amed, Êlih û Wanê, atolyeyên şanoya Kurdî pêk tîne. Berfîn derbarê kargehên de got; “Em tecrubeyên cuda bi hev re par ve dikin. Ew dipirsin, ez jî heta ji destê min tê dibersivînim. Em tiştên nû fêr dibin. Atolye ji ber vê girîng in.”
Berfînê ku di şanoya Seyrî Mesel de wek lîstikvan, hîndekar û organîzator xebitiye niha atolyeyên li Amed, Wan û Êlihê pêk tîne. Berfînê got: “Me ewilî atolye li Êlihe da destpêkirin. Sê rojan dewam kir. Piştre li Amedê me pêk anî. Piştre ez ê biçim Wanê. Li Wanê jî wê 3 rojan berdewam bikin. Piştre jî dê karên me bi dawi bibe. Sernavên atolyeyan dramaturjî û derhênerî ye. Ji ber di van waran de gelek valahî heye. Bi taybet ji bo şanoya Kurdî zêde atolye pêk nayên. Ji ber vê me hewcedarî bi vê yekê dît.”
Parvekirina tecrubeyên cuda
Berfînê destnîşan kir ku eleqeya ji bo atolyeyan gelek zêde ye û got: “Eleqe bêguman xweşe. Lê ez van xebatan bi sînor dihêlim. Ji ber dema tevlibûn zêde dibe eleqedarî jî zehmet dibe. Ji ber vê niha herî kêm bi 12 kesan tê kirin. Yanî di her atolyeyê de 15 kes hene. Zimanê atolyeyên me Kurdî ne û me bi zanebûn Kurdî tercîh kir. Ligel hemû qedexeyan şanoya Kurdî karên girîng pêk tîne. Karê şanogerên Kurd ji şanogerên din zehmetir e. Ez dibêjim ku divê em bê şano nemînin. Em her tim di têkiliyê de bin.”