Pêşangeha hunermenda Kurd a Amedî, Fatoş Îrwen a bi navê “Sûr” îro li paytexta Elmanyayê Berlînê vedibe û heta 15´ê Nîsanê jî wê li Zilberman Gallery a li Berlînê li xelkê vekirîbe. Pêşangeheke wê li Zilberman Gallery a Stenbolê jî sibe vedibe û wê heta 18´ê Nîsanê li xelkê vekirîbe. Tevî ku berhemên Fatoş Îrwenê berê jî vê galeriyê hatibûn nîşandan, ew sala 2021´ê di pêşangeheke komî de hatibûn bicihkirin. Ev pêşangeha wê ya ferdî ya pêşî ye ku li vê galeriyê tê lidarxistin.
Ji bo ku vê pêşangehê çêke, Fatoş Îrwen çûye nav erdan, mezel û goristanan, baxçeyên bi xêr û bêr, erdên zuwa û çûye çiyayan. Xwe nêzîkî axê kiriye, weke ku bi axê re bibe yek.
Hewldana insanîkirina xaka Amedê
Di beşa Baxçeyên Hevselê de Fatoş Îrwen hewl dide Baxçeyên Hevselê bi eksa di Ava Mezin yanî Dîcleyê de nîşan bide. Wê hawîrdor bi siya wî xêz kiriye û rengandiye. Ev sî bi hibra di avê û li ser rûpelan belawelabûyî xwe nîşan dide. Eks heta bi perê avê diçin. Ev axa bi xêr û bêr û xweşik, aliyekê şidetê dide hîskirin bi siyê û rengê tarî.