Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Azad Bedran: Helwest û nerazîbûna hunermendan têrkêr nîne

August 22, 2022
0 0
Azad Bedran: Helwest û nerazîbûna hunermendan têrkêr nîne
Share on FacebookShare on Twitter

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser çand û hunera Kurd dewam dikin. Konser û stranên hunermendên Kurd têne qedexekirin, yên li kolanan bi Kurdî distirên têne astengkirin û bi destê polîs û dadgeriyê êrîş li wan têne kirin.

Hunermendê Kurd Azad Bedran êrîşên li ser çand û hunera Kurd ji ANF’ê re nirxand.

 

Bedran anî ziman ku ji bo êrîş bê kirin, mijûlbûna bi muzîka Kurdî têrê dike û diyar kir ku qedexeya derketina ser dikê bandor li gelek hunermendan kiriye.

MEJÎ QET NEGUHERÎ

Bedran diyar kir ku ji bo nerazîbûna li hemberî êrîşên li ser hunermend û hunera Kurdî bigirin, qedexe danîne ser hin hunermendên Tirk jî û got, “Mînak konserên Melek Moso û hunermendên mîna wê qedexe kirin. Bi dîtina min ji bo nerazîbûna li ser biryarên têkildarî muzîka Kurdî dane kêm bikin, ev yek kirin. Yanî xwestin wê peyamê bidin ku dema refleksek çêbû karibin bibêjin, ‘Binerin vaye em ne tenê hunermendên Kurd, her wiha hunermendên Tirk jî qedexe dikin’. Halbûkî em vê nêzîkatiya desthilatdariyê ji bo vê demê nanirxînin. 30 sal in, 40 sal in, sed sal in weke polîtîkayeke asîmîlasyonê dewam dike. Mejî heman mejî ye. Ji xwe em vî mejî rexne dikin. Îro AKP ye, doh Partiya Dogrû Yol bû. Dema ku em van dibêjin, em weke mijareke li derveyî partiyan dinirxînin. Li hemberî vî zimanî polîtîkayeke asîmîlasyonê tê meşandin. Lewma ev mejî mixabin heta niha qet neguherî ye.”

ALIYEKÎ POLÎTÎK Ê KURDÎ HEYE

Bedran destnîşan kir ku ew hunermendên Kurd ji bo xwedîderketin û dewamiya zimanê Kurdî têdikoşin û got, “Ji ber vê yekê divê hunermend li ber van qedexe û astengiyan rabin. Naxwe ti ji hunermendan nikare bibêje, ‘Ji xwe ez derdikevim ser dikê. Ji bo min pirsgirêk nîne. Heta ku ez stranên polîtîk nebêjim kes konserên min qedexe nake’. Nexêr, vaye tê qedexekirin. Me ev jî dît. Di vê demê de hunermendên ku konserên wan hatin qedexekirin ti ji wan stranên polîtîk nabêjin. Hemû tenê bi Kurdî distirên. Aliyekî polîtîk ê kurdî heye. Yanî ew hunermend êdî nikare bibêje ‘Eleqeyeke min bi siyasetê re nîne’. Konsera wê-î jî tê betalkirin.”

DIVÊ NERAZÎBÛNA HUNERMENDAN XURT BE

Bedran diyar kir ku desthilatdarî li qenaleke TRT’ê li gorî xwe weşana Kurdî dike, bi vî rengî dixwaze hunermendên Kurd li dora xwe bicivîne û got, “Pirsgirêka me ev nîne. Hunermend ne neçar e ku bi desthilatdariyê re li hev bike. Ji ber vê yekê divê nerazîbûn li hemberî êrîşên li ser hunermendên Kurd bihata nîşandan. Eger îro dengekî bilind ê dijber neyê nîşandan, hunermendên ku niha konserên wan nayên qedexekirin wê çalakiyên wan jî bêne qedexekirin. Divê hunermend teqez dengê xwe bilind bike. Ez dişopînim, helwest, parvekirin û nerzîbûna hevalên min ên hunermend têrker nîne. Yên ku konsera wan hatiye qedexekirin jî nerazîbûneke xurt nîşan nadin.”

BI LÎBERALÎZEKIRIN Û TIRKÎKIRINÊ RE ÇARESERÎ PEYDA NABE

Bedran bi bîr xist ku beriya çend salan du konserên wî hatin qedexekirin û got, “Walîtiya Mêrdînê destûr nedabû, lê belê heman demê Walîtiya Îzmîrê destûr dabû. Niha dema ku min lê dinihêrî, rewşeke bi nakok xuya dikir. Bahaneya betalkirina konserê dozên têkildarî min bû. Gelo ev doz li Nisêbînê derbas dibe, lê li Îzmîrê derbas nabe? Pêwendiya xwe bi tawîzê heye. Hin hunermend hene ku ji bo konserên wan neyên qedexekirin, hunera axwe lîberalîze dikin û stranên xwe bi Tirkî dibêjin. Ev çareserî nîne. Berevajî, divê nerazîbûn were nîşandan û girseya ku lê guhdar dike bixe nava tevgerê ku vê polîtîkayê rexne bike. Ya ku ew hunermend divê bike ev e. Divê hunermend cihê ku lê ye baş zanibe û helwesta xwe jî bi vî rengî diyar bike.”

Next Post
Li Dûîsbûrgê festîvala gelan

Li Dûîsbûrgê festîvala gelan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist