Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin

November 3, 2021
0 0
Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

WAN – Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, bi beşdarbûna 110 parêzeran kursa kurdî da destpêkirin. 

Komîsyona Ziman a Kurdî ya Baroya Wanê, ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin. 110 parêzer tevli kursê bûne û li baroyê li 3 polên cuda tên perwerdekirin. Nivîskarê ferhenga hiqûqê ya kurdî Sebir Ebdûlahîzad, heftê du rojan dersê dide. Kurs, dê salekê dewam bike. 
 
‘PÊDIVÎ BI PERWERDEHIYA KURDÎ HEYE’
 
Ebdûlahîzad, diyar kir ku parêzer bi kelecan û kêfxweşiyek mezin tevli kursê bûne. Ebdûlahîzad, destnîşan kir ku di warê hiqûqê de pêdivî bi perwerdehiya kurdî heye û divê parêzer di vî warî de xwe bipêş bixin. Ebdûlahîzad, bilêv kir ku ji bo parastina heqiyê ewilî divê mirov bi zimanê gel zanibe û ji bo parêzer muwekîlên xwe baş fêm bikin pêdivî pewerdehiyek bi vî rengî heye. 
 
‘DÊ HEJMAR ZÊDE BIBE’
 
Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê Kadîr Kûtevî jî diyar kir ku hê jî gelek parêzer ji bo perwerdehiyê serlêdanê dikin û heya niha 110 parêzer tevli kursê bûne, lê dê ev hejmar zêde bibe. Kûtevî, destnîşan kir ku bi saya perwerdehiyê dê kesên bi kurdî nizanin hînî kurdî bibin, ên zanin jî dê hem xwe bipêş bixin hem jî zimanê hiqûqê hîn bibin û ji bo kursê bang li parêzeran kir. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe

Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist