Sevada Grîgoryan bi wêneyan diçe xeyalên zaroktiya xwe û ji nav wan xeyalên zaroktiyê berhemên xweşik derdixe holê. Dema ew hîna zarok bûye bi xwîşk û birayên xwe re diçe gund, cem dapîra xwe û havînan li gund dimîne. Gava ew li gund dimîne çavdêriya gelek tiştan dike û ji jiyana gund pirr hez dike. Rojekê sê şêwekar tên gundê wan da ku xwezaya dibînin, xêz bikin. Ev kela canê wî pirr radike. Diçe û li karê wan temaşe bike. Ew ji wan tiştekî jî dixwaze. Sevada wiha behsa wê rojê dike: “Rojekê sê şêwekar hatin gund da ku baxçeyên darên gilyazan xêz bikin, gava min ew dîtin, tê bîra min, kela canê min gelekî rabû. Min got, mala kalikê min jî tevlî xêzên xwe bikin û wêneyê mala wî jî çêkin. Mixabin, kesî ji wan guh neda min û çênekirin. Dilê min gelekî ma û hêviya min ji wan nema. Wê rojê min hîs kir ku divê ez bibim şêwekarek û karibim mala kalikê xwe xêz bikim.”
Wêneyên Sevada Grîgoryan axlebe li ser bawerî, malbat û xwezayê ne û ew dikeve pey bîr û baweriyên xwe. Xêz û rengên wî nîşaneya vê ne. Helbet, ew li zargotina Ermeniyan jî baş dikole û wêneyên xwe bi vê zargotina dewlemend, dixemilîne. Sevada Grîgoryan ahenga malbatê ya di wêneyên xwe de wiha tîne ziman: “Di wêneyên min de temaya sereke malbat e. Ez ahenga malbatê dişîbînim ahenga xwezayê. Ez dixwazim di wêneyên min de bavekî jêhatî, dayikeke dilken û zarokên bi hêvî hebe. Ez vê ahenga bêhempa mayînde dikim bi wêneyên xwe. Di gel baweriyê, bedewî dê dinyayê rizgar bike. Ez bi dil û can bi vê yekê bawer im.”
Nihêrîna bi çavên zarokên xembar
Sevada Grîgoryan baweriya xwe ya bi hunerê jî wiha rave dike, “Ez bawer dikim ku huner dikare hestên rast ên mirovan hişyar bike. Hunermend jî dikarin dinyayê biguherînin û huner ji bo wan xelateke pîroz e û mişt ronahî ye. Her mirov di jiyana xwe de çavdêriyan dike û ev çavdêrî bivenevê li ser hestên wan bandorê dikin. Her mirov ji bo hestên xwe bide der, ji xwe re rêbazekê hildibijêre. Hinek ji wan dans, muzîk û helbestê hildibijêrin û xwe bi vî awayî tînin ziman. Ê min jî, zimanê min wêne ye û ez bi wêneyan hestên xwe didim der. Li vê dinyayê her mirov xwedî peywirekê ye. Ez dixwazim wêneyên min ji bo mirovan bibin hêvî û pêşiya wan vekin. Çawa ku her rojeke nû bi xwe re raman û cerebeyên nû tîne, wêneyên min jî dikarin tiştên nû vebêjin. Ji lewma ez ê her xêz bikim.”