Gual, sala 2016’an Akademiya Floransa ya Huner kuta dike. Piştî akademiyê ew di warê pratîkî de zorê dide xwe û dixwaze bi stîla împastoyê portreyên jinan çêke. Ew diçe Londonê û li wir bi cî dibe. Lê ew her tim li dû şêwazekî resen û afirîner bûye. Ji lewma, wê daye pey şopa şêwekarên klasîk; ji anatomî, kompozîsyon û ronahiya ku wan di wêneyên xwe de bi kar anîne, sûd wergirtiye. Lê wê xwe bi wan ve girênedaye û bi şêwazekî xweser ango bi riya spatûlayê û derbên stûr portreyên jinan bi rêk û pêk kirine. Teknîka împastoyê bi awayekî din bi kar tîne û li gorî lêkolîn û azmûnên xwe şêwazekî xwerû derdixe holê. Gual ji bo portreyên xwe dibêje, “Ez dixwazim di van salên dawiyê de hestên jinan derxim holê, derbarê wan de gelek tişt hene ku divê werin gotin. Ez vê yekê hîs dikim.”
Gual di biçûkatiya xwe de li gelek welatan geriyaye. Ew çûye Efrîkayê jî û li wir gelek jin nas kirine. Gual dibêje; “Di gerê de min gelek jin nas kirin, min dît ku nikarin xwe bi awayekî azad bînin ziman. Jinên bêhempa bûn. Dilekî ji min re got, divê tu bibî dengê wan, ez niha bi karê xwe vê yekê dikim.”