Derhênerekî belakir û bi hêrs
Ev derhêner jî weke Nadav Lapid yekî “belakir” û bi hêrs e, dixwaze destê xwe deyne ser hin bîrînên welatê Îsraîlê yên ku ti kes behsa wan nake û ser wan veke. Te dît, birîn e, heta ser venebe derman jî nabe! Di filmê de derhênerê bi navê Y. dixwaze derheqê aktîvîsta Filîstînî Ahed Tamimi ya ku şîmaq li leşkerê Îsraîlî dabû, filmekê çêke. Film li ser bûyereke rastî disekine, ji ber ku piştî vê şîmaqê û helwêsta Ahed Tamimi dîmenên Tamimi li her dera dinyayê belav bûbûn. Dûre jî Ahed Tamimi bi hepsa malê hatibû cezakirin. Lê rayedarekî dewletê li ser twitterê gotibû, hepskirina di mal de têrê nake û diviyabû guleyek jî di çonga wê de bihata teqandin û heta hetayê di mal de hepskirî bimaya! Derhêner Y. ji hêlekê ve bi çêkirina vê filmê re mijûl e, ji hêla din ve jî bi nîşandanên filmên xwe re mijûl dibe. Navenda çandê û pirtûkxaneya Arava ya ku li çolekê ye, wî vedixwîne ji bo filma wî nîşan bidin. Li ser vê yekê, ew radibe diçe bajarê piçûk Arava û li Arava hin tişt tên serê wî. A rast, ew bi hin tiştên ecêb re rû bi rû dimîne û weke derhênerekî ji tiştên jê tên xwestin, ne razî ye.
Dema derhêner Y. digihîje Arava, jineke bi navê Yahalom bixêrhatina wî dike û pê re mijûl dibe. Ev jin di heman demê de di wezareta çandê de dixebite û piştî hevnasînê, behsa hin tiştên sosret dike, tiştên ku derhêner Y. li hember wan têdikoşe. Dixwaze formekê bi derhêner Y. bide îmzekirin da ku hin mijarên li ser formê bineqîne û siberojê derbarê van mijaran de filman çêke. Mijarên di form de hatine diyarkirin giş di derbarê Cihûyan û dîroka wan de ne. Nexasim jî tiştên fermî yê dûrî rastiyê. Li gorî forma ku wezareta çandê hazir kiriye û bi hunermendan dide îmzekirin, divê huner û berhemên hunerî bêhtir behsa dîrok û çanda Cihûyan bikin û bi mijarên din yên weke sansur, şer, dagirkirin, pevçûn, êriş û zextên dewleta Îsraîlê danekevin û behsa van mijaran nekin. Ev daxwaz û nêzîkatiya dewletê derhênerê “belakir” zêdetir aciz dike û li hember vê daxwaza dewletê matmayî dimîne. Lê destpêkê xwe kerr dike.
Forma teslîmiyet û piçûkxisitinê