Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Belgefîlma Hêza xelata xwe ya 6’emîn stend

July 25, 2022
0 0
Belgefîlma Hêza xelata xwe ya 6’emîn stend
Share on FacebookShare on Twitter

Festîvala Fîlman a 14’emîn a SîcîlyAmbîensê îsal di navbera 11-16’ê Tîrmehê de li Şaredariya San Vîto Lo Capo ya Sîcîlyayê hate kirin. Ji Rojhilata Dûr, Efrîka, Rojhilata Navîn, Ewropa û Emerîkayê 35 berhem tevlî festîvalê bûn.

 

Ji xeynî nîşandanên fîlman semîner û panel jî hatin li dar xistin û di juriyan de bi tenê jinan cih girtin.

Di festîvalê de ji bo fîlmê herî baş, belgefîlma herî baş, mafên mirovan û hawîrdorê xelat hatin dayîn.

‘XELAT A WAN JINAN E KU LI HEMBERÎ DAÎŞ’Ê ŞER KIRINE’

Belgefîlma Hêza hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin.

Li ser navê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Francessa Corbo di xelatdayînê de got “Di çîroka Hêzayê de ya ku ji nav destê DAÎŞ’ê reviyaye û piştre li hemberî DAÎŞ’ê şer kiriye, derhênera jin Derya Denîz vegotineke xurt kiriye.”

Çêker Afat Baz jî li ser navê koma belgefîlmê xelat stend û got “Xelat a wan jinan e ku li hemberî feraseta DAÎŞ’ê şer kirine û li ser vê rêyê şehîd bûne.”

XELATA AMNEST INTERNATÎONALÊ

Amnesty Internatîonal li dinyayê mafên mirovan diparêze. Li temamî dinyayê herî kêm 2 milyon endamên wan û 5 milyon çalakvanên wan hene. Xelata Amnesty Internatîonalê di qada mafên mirovan de di nav xelatên herî bi prestîj de cih digire.

Belgefîlma Hêzayê jî heta niha xelatên wekî belgefîlma herî baş, fîlma herî baş û xelata mafên mirovan jî tê de bi giştî 6 xelat stendiye.

Next Post
Gabar: Di mantiqê zimanê Kurdî de navend jin e

Gabar: Di mantiqê zimanê Kurdî de navend jin e

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist