Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt

July 25, 2022
0 0
Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
Share on FacebookShare on Twitter

ENQERE – Belgefîlma Hêza di 14’emîn Mîhrîcana Fîlman a SiciliAmbiente de hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin. Çêker Afat Baz têkildarî mijarê wiha got: “Xwediyên vê xelatê, jinên li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşiyayîn û yên li dijî wê canê xwe feda kirinin.” 
 
Mîhrîcana Fîlman a 14’emîn a SîcîlyAmbîensê îsal di navbera 11-16’ê tîrmehê de li Şaredariya San Vîto Lo Capo ya Sîcîlyayê hate kirin. Ji Rojhilata Dûr, Efrîqa, Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê 35 berhem tev li mîhrîcanê bûn. 
 
Ji xeynî nîşandanên fîlman, her wiha semîner û panel jî hatin lidarxistin û jurî tenê jin bûn. Di festîvalê de ji bo fîlmê herî baş, belgefîlma herî baş, mafên mirovan û hawirdorê xelat hatin dayîn.
 
‘XELAT A JINÊN CANÊ XWE FEDA KIRIN E’
 
Belgefîlma Hêza hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin. Li ser navê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Francessa Corbo di xelatdayînê de ev tişt anî ziman: “Di çîroka Hêzayê de ku ji nava lepên DAIŞ’ê reviya û piştre li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye, derhênera jin Derya Denîz vegotineke xurt kiriye.”
 
Çêker Afat Baz jî li ser navê koma belgefîlmê xelat stend û wiha got: “Ev xelat, xelata wan jinane ku li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşiyan û di vê rêyê de canê xwe feda kirin.” 
 
XELATA AMNEST INTERNATÎONALÊ
 
Amnesty Internatîonal li dinyayê mafên mirovan diparêze. Li temamî dinyayê herî kêm 2 milyon endamên wan û 5 milyon çalakvanên wan hene. Xelata Amnesty Internatîonalê di qada mafên mirovan de di nav xelatên herî bi prestîj de cih digire.
 
Belgefîlma Hêzayê jî heta niha xelatên wekî belgefîlma herî baş, fîlma herî baş û xelata mafên mirovan jî tê de bi giştî 6 xelat wergirtine. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li dijî asîmîlasyonê înîsiyatîfa jinan

Li dijî asîmîlasyonê înîsiyatîfa jinan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist