Furûx Ferroxzad yanî helbestavana ku “baweriyê bi destpêka demsalên sar” tîne. Helbestvana ku piştî mirina çûkan, firrîna wan bi bîr tîne. Û helbestvana ku wateya firrîna çûkan bi me jî daye hîskirin.
Furûx Ferroxzad qala êşa ruhê xwe dike, êşa ku ruhê wê difetisîne. Tê zanîn ku Furûx weke têgeh di gelek helbestên xwe de “mal” ê bi kar tîne û mal ji bo wê tiştek neyênî ango reş e! Ew ne helbestvanek e ya ku di malê de biponije û qedera malê bipejirîne. Rêzikên helbestên wê ji zilma serdestan dirêjtir in û ew ber bi aso û zeviyan ve dirêj dibin. Hevokên helbestên wê ber bi asîmanan ve, ber bi perên kevokan ve dirêj dibin. Wek ber bi bêdawîtiyê ve biherikin, helbestên wê û qet dawî li wan nayê. Diyar e her bêjeya ew bi kar tîne ji “malên reş” reviyane! Dibe ku bi vê hizrê navê belgefilmê jî kiribe “Mal reş e”. Ji lewre ew ji malê hez nake, mal ciyekî reşbîn e ji bo wê. Gelo tenê ji bo wê, dibe ku ji bo hin kesên din jî mal reş be?
Belgefilm bi jiyan, hebûn, bedewî, kirêtî û gelek têgehên din dadikeve. Divê malê de – belgfilma “Mal reş e” jî rewşeke reşbîn heye, nexeweşiyeke bê eman û bê derman. Dîmenên ku diherikin di qelbê mirov de derzên mezin çêdikin. Kesên kotî bûne, yek bi yek tên ber çavên me, yên tilî çûne, yên poz tine, yên mil qut bûye, yên rû tine…Gelo tiştek çewa ye ku pozê mirov tune be, an çavê mirov, an jî guhê mirov? Gelo hîsek çewaye gava perçeyek ji laşê mirov kêm be û mirov zanibe ew ê qet neyê ciyê xwe? Li ber çavê me dîmenên balkêş yên reş û spî diherikin û mirov dilerizînin ev dîmen. Dengê Furûx Ferroxzad dibe dengê dilê wan. Û helbesta Furûx derza dilê dinyayê bi bêjeyên xwe yên kovandar didirû û qelbê dinyayê ji bo kêliyekê be jî xwe aram hîs dike, ji êşê dûr dikeve û aş dibe.