Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî

January 16, 2021
0 0
Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî
Share on FacebookShare on Twitter

DERSIM – Derhêner Ozkan Ûlûcan ku ji bo zaravayê kirmanckî winda nebe li gel Sevîm Kahraman bi navê “Klamlarin Ardinda Dersim Sanatçilari” dest bi amadekariya belgefîlmeke metrajdirêj kiriye got: “Em ê bi zimanê deng û dîtbariyê behs bikin ku bê ka çi ji dest me diçe.” 

Li Dersimê du hunermend ji bo zaravayê kirmanckî bijî, bi navê “Klamlarin Ardinda Dersim Sanatçilari” dest bi amadekariya belgefîlmeke metrajdirêj kirine. Di vê belgefîlm de ku dê Ozkan Ûlûcan û Sevîm Kahraman, derhêneriya wê bikin, li gel Sey Qajî, Qemera Arayiz, Sae Heyder û Silo Qiz, dê behsa gelek hunermendên din jî bê kirin. Kêşana belgefîlmê dê 4 demsalan dewam bike. 
 
JI BO NEMIRE… 
 
Derhêner Ozkan Ûlûcan, anî ziman ku zaravayê kirmanckî, yek ji wan zaravayan e ku bi mirinê re rû bi rû ye, lewma xwestin zimanê xwe yê zikmakî û hunerê bikin yekpare. Ûlûcan, destnîşan kir ku di vê yekparebûnê de armanca wan ew e ku xebateke sînematografîk bikin û got: “Ev xebat, dê bi zaravayê kirmncî bê vegotin. Di xebata me de dê kilam, xebroşk, koçberî, bawerî, xweza, çand, hozan û hunermendên me yên niha hebin. Em ê bi zimanê deng û dîtbariyê behs bikin ku bê ka çi ji dest me diçe.” 
 
ZÊMAR, HÊVÎ Û TRAVMA 
 
Ûlûcan, destnîşan kir ku di belgefîlmê de ji sirgûn, şer, zêmaran bigire heya bîrîkirina ji bo axê gelek mijar hene û got: “Dê hunermendên me yên li Dersim, Stenbol û Ewropayê di belgefîlmê de cih bigirin. Zêdetirî salekê ye em senaryoya vê projeyê amade dikin. Em fikirîn, bê ka em ê ji bo zaravayekî li ber mirinê karibin çi bikin. Me xwest em guh bidin kilaman. Muzîk dê bi çîrokên xwe me ber bi şer, koçberî, valakirina gundan, ax, bîrîkirin û evînê ve bibe.” 
 
Ûlûcan, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di warê ekîpmana teknîkê de hin pirsgirêkên wan hene û bang li sazî, dezgeh, weqf û kardêran kir ku alîkariya wan bikin. 
 
MA / Ayşe Surme
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hunermendên Kurd li Berlîn û Essenê çalakî kirin

Hunermendên Kurd li Berlîn û Essenê çalakî kirin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist