Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Berhema hunermend Welidxanî li Osloyê tê pêşandan

January 16, 2021
0 0
Berhema hunermend Welidxanî li Osloyê tê pêşandan
Share on FacebookShare on Twitter

Di serê meha Mijdarê de li Osloyê li ser rêya Rosenkratz Gateyê bi gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser rola jinên di nav têkoşîna azadiyê ya Kurdan de pêşangehek hatibû lidarxistin.  Bi sedan kes çûbûn serdana pêşangehê û di qada neteweyî û navneteweyî de gelek deng vedabû.

Komeleyên Tirk ji ber eleqedariya ji bo şervanên Kurd ên jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li şaredariyê dabû lê komeleyên Tirkan negihiştibûn meqseda xwe. Komeleyên Tirk kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin lê negihiştibû armanca xwe.

Raûand Îsmaîl li ser navê Komîteya Çand û Perwerdehiyê ya Şaredariya Osloyê diyar kiribû ku ev hewldanên sansurê nayê qebûlkirin. Îsmaîl got ku “Em bawerî bi daîreya çandê ya şaredariyê tînin. Em li Norwecê hunerê sansur nakin.”

Gelawêj Welidxanî jî diyar kir ku ne mumkun e mirov qala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neke û qala şoreşa Rojava bike û heta mirov qala Mandela neke nikare qala têkoşîna li dijî faşîzm û nijadperestiyê ya Başûrê Efrîkayê bike. Welidxanî got ku, “Ji ber ku xebatên Ocalan wekî îdeolojiyeke ku dixwaze jineolojiyê tevî demokrasiyê ava bike.”

Komeleya Hunermendên Dîtbarî, Komeleya Hunermendên Ciwan û Komeleya Wênesazan daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar belavkirin û diyar kirin ku divê berhemên hunerî azad bin û ev jî şertekî demokrasiyê ye.

Next Post
Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike

Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist