Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Bêrîtan bi govendê bi bask dibe!

August 28, 2022
0 0
Bêrîtan bi govendê bi bask dibe!
Share on FacebookShare on Twitter

Dema li kolanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digeriyan, dengê govendê û stranên govendê em ber bi xwe ve dikişand. Me jî berê xwe da cihê ku dengê stranên govendê jê hiltê.

 

Her em nêzîk bûn dengê stranê xweştir hate me û heta gihan wir. Me xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr (NÇNM) xwe dît. 

Li ser dikê me dît komek zarokan li ber stranên govendê mest bûne û govendê digerînin. Ji rengê wan û dîsa govendên wan diyar bû ku xwe nû fêr dikin û amadekariyekê dikin. 

Ev yek pir bala me kişand, zêdetir ber û wan çûn û silav da wan. Wan jî em bi kêfxweşî pêşwazî kir û dîsa hinek kelecanî û şermîn bûn. 

BÊRÎTAN DESTMALA KESK-SOR-ZER DIHEJÎNE

Li ser dikê komek zarokên keç ku temenê wan navbera 10-12 salî de bûn li ber stranan piranî wan pêxas govend digerandin. Bêrîtan li ser govendê bû û destmala kesk, sor û zer dihejand. Bêrîtan li ser govendê weke çûkan di firiya û bi ken serkêşiya govendê dikir. 

BI ŞERMÎN NÊZÎ ME DIBÛN

Me çi kir nekir li ber kamerayê ji bo me ne axivî. Dîsa giştî şermîn bû û ji kamerayê direviyan. Bi hêvî û lavayan me ji wan xwest ku ji bo me jî govendê bigerîne em hinek li wan binêrin. Piştî govendê min xwe nêzî Bêrîtan kir û hewl da hinek din binasim. 

‘BI BASK DIBIM Û DIFIRIM’

Bêrîtan 10 salî ye û wê bi sala nû ya dibistanê re derbasî dibistana navîn bibe. Bêrtan diyar kir ku ji bo fêrî govendê bibe û kêfxweşiyê berê xwe daye NÇHM’ê xwe fêrî govendê dibe. Li ser pirsa me ya bê ka çima hatî govendê? Bêrîtana biçûk bersiv da û got: “Ji bo fêr bibim û dîsa li gel hevalên xwe tim govendê digerînim. Her wiha li dibistanê jî govendê digrim.” Bêrîtanê anî ziman ku dema sergovendê digire, bask dibe û difire.”

Me ji Bêrîtan pirsî herî zêde hez ji kîjan govendê dikî, bi devek kenî got ji hemû govendan hez dikim.

KOMA GOVENDÊ YE

Me ji mamosteyê wan pirsî bê ka meseleya vê govendê çiye? Mamoste diyar kir ku hewl didin di bin sêwana NÇHM’ê de komeke govendê ya zarokan çêbike. Niha jî hewl tê dayîn ku komeke nû ava bikin, ev zarok jî ji bo provayan kom bûne û govendê digerînin. 

ME XATIR XWEST, WAN JÎ GOVENDA XWE DOMAND

Piştî me bi çend xwendekarên din re hinek li ser rewşa wan û govendê sohbet kir, xatir ji wan xwest. Wan jî piştî xatirxwestina me govenda xwe ji cihê mayî dewam kir.

Next Post
Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne

Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist