Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû

September 8, 2022
0 0
Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Bernameya meha îlonê ya Wêjegeh Amedê diyar bû. Nivîskar Dilawer Zeraq dê qala ‘Rengê Hebûnê’ bike û Rojnamevan Hatîce Kamer jî behsa pirtûka xwe ya li ser Apê Mûsa bike.  
 
Bernameya meha îlonê ya Wêjegeh Amedê, eşkere bû. Bername bi permorfansa dengê elektronîk ya stranbêj û bestekar Sofia Zafeiriouyê ku li Atînayê xebatên xwe didomîne, dest pê dike.
 
DILAWER ZERAQ DÊ BEHSA ‘RENGÊ HEBÛNÊ’ BIKE 
 
Dr. Dilawer Zeraq ku ew bi xebatên xwe yên girîng ên li ser ziman û wêjeya kurdî tê naskirin, ji bo ku derheqê pirtûka xwe ya bi navê ‘Rengê Hebûnê’ de biaxive, bi gotûbêjekê bi xwendevanên xwe re tê cem hev. Teza wî ya doktorayê ku di Weşanên Lîsê de bû pirtûk, bi lêkolana kovarên girîng yên di navbera salên 1992-2000’î de hatine weşandin, li xwe dike armanc ku xetên dijdesthilat û dijmêtinger yên di biwara wêjeya kurdî de çêbûne, derxîne rastê.
 
Helbestvan û wêjekar Hayri K. Yetik tê Amedê û dibe mêvanê Wêjegeh Amedê. Gotûbêj, di nav veguherînên teknolojîk de ku dikeve nav hemû qadên hilberandinê û dor lê digire, lêgerîna wêjeyî û helbestî ya ku der heqê kakil û xwezaya mirovan de ye, li xwe dike mijar. 
 
KAMER BEHSA APÊ MÛSA DIKE
 
Nivîskar û rojnameger Hatîce Kamer, bi pirtûka xwe ya bi navê “Reşê -Ji Awirê Keça Wî; Musa Anter”, mêvana Wêjegeh Amedê ya dawî ya vê mehê ye. Kamer dê li ser hûrgiliyên portreya rewşenbîr û rojnamevanê kurd Mûsa Anter ku pirtûk piştî sohbetên dûr û dirêj ya bi keça Musa Anter, Rahşan Anter Yorozlu re hatî kirin, hatiye amadekirin.
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Şanoya Bajêr bi  ‘Dek û Dolabên Scapen’ derket pêşberî şanohezan

Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist