Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Bernameya meha Sibatê ya Wêjegeh Amedê

February 3, 2022
0 0
Bernameya meha Sibatê ya Wêjegeh Amedê
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Wêjegeh Amed bernameya xwe ya meha Sibatê aşkere kir.
 
Wêjegeha Amed ku her meh bernameyeke wêje, çand û hunerê li dar dixe, bernameya xwe ya meha Sibatê aşkere kir. Bernameya meha Sibatê jî wekî bernameyên din xwedî naverokeke dewlemend e.
 
Bernameya meha Sibatê ya Wêjegeh Amedê bi vî awayî ye: 
 
“*Bernameya meha Sibatê, vê şemîyê, bi “Hevdîtinên Roja Şemîyê” dest pê dike. Sazûmana geştyar ya Bart Art Labê vê carê tê xwe li Mêvangehê xweş dike. Di “Benda Krîtîk” de, Seçkin Aydın û hunermend û akademîsyen Aşkın Ercan tên cem hev.
 
*Kargeha Çîrokan ya Li Derve, piştî hevdîtina yekem û duyem, vê mehê bi du çalakîyên dîtir didome. Çalakîya di roja 6’ê Sibatê de, li hêwana Wêjegeh Amedê tê kirin. Ji ber ku Sîdar Jîr wê li derveyî Amedê be, çalakîya roja 15’ê Sibatê wê ji Berlînê û di ser Zoomê re bê kirin. 
 
*Kargeha Çandê, vê mehê, Emeer Hasanpour li xwe dike mêvan ku Hasanpour di van demên dawîyê de li derdora Amedê xebatên fîlmçêkirinê dike. Hasanpourê ku pratîka xwe ya li ser sînemayê di ser sînemaya hêçaneyî re pênase dike, ew ê di ser du fîlmên xwe re, ji me re çêla xebatên xwe û felsefeya sînemayê ya hêçaneyî bike. 
 
*Wêjegeh bi berdewamî xwe digihîne warên derveyî xwe. Em vê mehê, li Mêrdînê, li Leylan Kafeyê, bi verêxistinkirina Wêjegeh Amedê, bi rêvebirîya Tehsîn Bêravi, dest bi çalakîya kargeha wênegirîya xweristê dikin. Di rojên pêş de em ê hûrgilîyên kargehê ragihînin we.
 
*Wêjegeh Kitap, vê mehê, di çalakîya pêşî ya Roja Nivîskar de, Ahmet İşözü li xwe dike mêvan ku em wî bi pirtûka wî ya Suskunca nas dikin. Di çalakîya duyem de jî; ji bo ku li ser antolojîya çîrokên jinan (20 Jin 20 Çîrok Antolojîya Êşên Jinan) ku ji bîst çîrokên bîst nivîskarên jin pêk tê, biaxivin, Sultan Yaray, Gulgeş Deryasipî û Amîne Pîrozxan dike mêvanên xwe.  
 
*Di dawîya mehê de, geştyarê hêja yê Wêjegehê Salih Kevirbirî, çalakîya rêzebernameya bi navê Çanda Kurdî Ya Sovyeta Berê, ji şûna xwe ya mayî, didomîne. Vê carê, bi çalakîya bi navê Çanda Kurdî Ya Sovyeta Berê – 4: “Elîyê Evdirehman: Lehengekî Edebîyata Kurdên Sovyeta Berê”, Letîf Birûkî, Zeharê Evdî, Silhedînê Eliyê Evdirehman û Fexredînê Elîyê Evdirehman dibin mêvanên me.”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket

Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist