Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû

February 17, 2022
0 0
Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Bernameya rêzeçalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê ku dê bi pêşengiya MED-DER’ê bên lidarxistin diyar bû. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku ji 15’ê Sibatê heta 21’ê Sibatê weke Hefteya Zimanê Kurdî îlan kiribû, ji bo pîrozbahiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameyeke hevpar amade kir. Bername wê bi pêşengiya MED-DER’ê ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstituya Kurdî ya Amedê û Tora Ziman ve bê lidarxistin. Wê bername di 17’ê sibatê de dest pê bike û heta 23’ê sibatê berdewam bike. 
 
Bername bi tevahî wiha ye: 
 
“* 17’ê sibatê roja pêncşemê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de saet di 15:30’an de em ê li ber deriyê “Hala Nûh” bên cemhev û li bazara Pêncşemê ya jinên kedkar etîketên sebze û fêkiyan, berdilkên bazarê yên bi kurdî li nava bazarê belav bikin.
 
* 18’ê sibatê roja înê, saet di 15:30’an de em ê li ber “Petrola Polat” (Polat Petrol) bên cem hev û bi heman naverokê li nava bazara înê xebata xwe bimeşînin.
 
* 19’ê sibatê roja şemiyê, dê bi pêşengî û hevkariya Med-Der û Komeleya Wêjekarên Kurd, li Eywana Dawetê ya “Demirok” ya li kolana îstasyonê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de bi beşdariya tevahiya sazîyên sivîl, pêkhateyên bajêr û gelê Amedê şahî were lidarxistin.
 
* 20’ê sibatê roja yekşemê, saet di 13:00’an de li “Qada Şêx Seîd” (Deriyê Çiyê) di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Tora Ziman de, dê bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr daxuyaniya 21’ê Sibatê were dayîn.
 
* 20’ê sibatê roja yekşemê, saet di 15:00’an de di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de di pêşengiya Egîtîm Sen’ê de Panela Ziman were lidarxistin.
 
* 21’ê sibatê roja duşemê, bernameya hevpar a “Tora Ziman û Platforma Ziman”  bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr li “Demir Otel” were lidarxistin.
 
* 21’ê sibatê roja duşemê, saet di 17:30’an de bi pêşengiya Baroya Amedê, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panela ziman were lidarxistin.
 
* 22’yê sibatê soja sêşemê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de li Komeleya Wêjekarên Kurd şahiya ziman were lidarxistin.
 
* 23’ê sibatê Roja Çarşemê, saet 18:30’an de, bi pêşengiya Egîtîm Sen’ê li Şanoya Bajarê Amedê dê bernameya Stand up, çîrok û muzîkê were pêşkêşkirin.”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Lozanê rojnivîska Gurbetellî Ersoz a bi tabloyên kevir hat pêşandan

Li Lozanê rojnivîska Gurbetellî Ersoz a bi tabloyên kevir hat pêşandan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist