Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Bertek nîşanî qedexeyên şahiyên NÇM’ê dan

October 25, 2021
0 0
Bertek nîşanî qedexeyên şahiyên NÇM’ê dan
Share on FacebookShare on Twitter

MÊRSÎN – Hunermendên kurd ku bertek nîşanî qedexekirina şahiyên NÇM’ê yên Stenbol û Edeneyê dan, diyar kirin ku qedexekirina şahiyan dijminatiya çand û hunera kurdî ye. 
 
Hunermendên kurd di pêşengtiya Komîsyona Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê de têkildarî qedexekirina şahiyên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) yên Stenbol û Edeneyê yên ji aliyê walitiyan ve li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. Hunermendên kurd Kadîr Çat, Arîf Adali, Cejna Sarûhan û endamên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de ewilî Hunermend Kadîr Çat axivî. Çat, diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên zext û zilmê zêde bûne, gihiştine qada çand û hunerê û wiha got: “Gelek konserên li herêmê bi hincetên pêkenok hatin qedexekirin. Li rojavayê cîhanê konserên bi vî rengî nayên qedexekirin lê mixabin li erdnîgariya me bi taybetî şano, sînema û muzîka kurdî hewl tê dayîn bi awayekî bê astengkirin. Qedexekirina aktîvîteyên NÇM’ê divê bi tenê weke qedexeyekê neyê dîtin. Li vir şanoya kurdî, muzîka kurdî, çanda kurdî û zimanê kurdî tê qedexe kirin Ev nayê qebûlkirin û dijminatiya zimanê çand, huner û muzîka kurdî ye.”
 
‘EM Ê ÇANDA KURD BIDIN JIYANDIN’
 
Çat, bal kişand ser binçavkirina muzîkjenan jî û wiha axivî: “Ev pirsgirêkeke mirovî ye. Divê desthilat jî muxalefet jî vê baş bixwîne. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd neqediyaye. Em ê weke hunermend çand û muzîka kurdî li kolanan jî bikin. Em li her derê tên qedexekirin ziman û çanda kurdî bidin jiyîn. Huner bêdeng nabe, nikare were bêdengkirin. Em van qedexeyan bi tundî şermezar dikin.”
 
‘AKP LI DIJÎ HUNERÊ YE’
 
Hunermend Alî Adali jî xebat û misyona NÇM’ê vegot û destnîşan kir ku zextên li NÇM’ê tên kirin weke ku li hemû saziyên hunerê hatiye kirine. Dayalı, diyar kir ku AKP weke bîrdozî li dijî hunerê ye. 
 
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Ji xeynî bê tiştekî min tine bû

Ji xeynî bê tiştekî min tine bû

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist