Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin

September 18, 2021
0 0
Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin
Share on FacebookShare on Twitter

MERSÎN – Hunermend Kadîr Çat ku di 1’ê Îlonê de destûr nehat dayîn li Edenê derkeve ser dikê û stranan bibêjê, ev tişt got: “Ji sekna û stranên hunermendên muxalîf ditirsin.”

Di şahî û bernameyên ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hatin lidarxistin de gelek qedexekirin û astengî hatin rojevê. Li Edenê destûr nehat dayîn ku hunermend derkevin ser dikê û stranan bibêjin. Hunermend Kadîr Çat û muzîsyenê xwe ku ji bo gotina stranan hatin mitînga ku li Qada Ûgûr Mûmcû (Îstasyon) hat lidarxistin, polisan destûr neda ku derkevin ser dikê û stranan bibêjin. Polisan bi hinceta ku “dereng maye” û “navê wî di lîsteyê de tune ye” derketina Çat a ser dikê qedexe kirin. Piştre destûr hat dayîn ku Çat bi tena serê xwe derkeve ser dikê. Destûr nedan ku muzîsyen û enstrumanê muzîkê biçin ser dikê.  
 
NEYARTIYA LI HUNERÊ
 
Hunermend Çat, astengiya li hemberî xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand û diyar kir ku “neyartiya humerê” hatiye kirin û wiha got: “Dema ku em bi amîrê polisan re li ser meseleyê axivîn hincetên bêwate pêşkêş kir û astengiyan derxist. Ne ji ber prosedureke fermî bi awayekî takekesî li dijî derketina me ya li ser dikê bûn. Nexwestin em roja aştiyê pîroz bikin. Gelo mirovek çima ji roja aştiyê yan jî kesên ku dixwazin vê rojê pîroz bikin re astengiyan derdixe? Bersiveke tenê ya vê yekê heye; aştiyê naxwazin.”
 
TIRSA ÇANDA MUXALÎF
 
Çat, da zanîn ku heke derketina ser dikê wê bi stranên xwe roja aştiyê pîroz bikira û wiha pêde çû: “Hevdîtina me ya bi gel re asteng kirin. Li dijî kesên ku çanda civakê didin jiyîn, nirxan diparêzin û hunerê dikin şer dimeşînin. Li dijî dengê serdest naxwazin dengên muxalîf derkeve. Fikra xwe ferz dikin. Heke tu li gorî pergalê reng negirî te hunermend nahesibînin û li dijî te astengiyan derdixin. Ji bo vê li Tirkiyeyê hunermendên muxalîf bi qedeyan re rû bi rû dimînin. Ji sekn û berhemên ku hunermendên muxalîf hildiberînin ditirsin. Ji bilî çanda serdest ji çandin din ditirsin.”
 
‘NIKARIN HUNERÊ BIKIN BIN ZEXTAN’
 
Di berdewamê de Çat, destnîşan kir ku nikarin hunerê û hunermend bikin bin zextan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em li kur dibin bila bibin, em ê çand, ziman û nirxên xwe bi stranên xwe bidin jiyîn.  Huner nikare bikeve bin zextê. Cihê ku hilberandina huner û çandê lê raweste ew der xwe radestkirin e. Li dijî van zextan û em hilberandin û jiyana xwe bidomînin.”
 
MA / Omer Akin
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand

Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist