BALEKAYETÎ
Devera Balekayetî ji ber xwezaya xwe ya ku gelek çiyayên wê yên bilind hene, berfek zêde lê dibare. Ji ber vê taybetmendiya deverê her sal bi sedan werzîşvan, çiyager, kaşûnbaz û geştyar berê xwe didin deverê. Komek ciwanên Balekayetî jî ev 7 sal in li deverê lîstika kaşûnbazî yê lidardixin. Ciwanan diyarkir çiyayên Balekayetî ji bo lîstika kaşûnbaziyê cihek guncawe, lê hatiye paşguh kirin.
Her çiqas lîstika kaşûnbazî wek lîstikek nû li Başûrê Kurdistanê tê dîtin, lê welatiyên devera Balekayetî yên bi temen diyar dikin ku di sala 1953’an de festivalek mezin a lîstika kaşûnbaziyê li çiyayên Balekayetiyê hat lidarxistin, piştî salek jî heman festival dubare bû. Lê ji wê demê ve êdî berdewam nekir.
Ji sala 2014’an ve komek ciwanên devera Balekayetî ku ji 15 kesan pêktên û di nava wan de 3 jinên ciwan jî hene, navê Koma Kaşûnbazên Çomanê li xwe kirine û her sal di demsala Zivistanê de lîstika kaşûnbaziyê lidardixin.
Ciwanên kaşûnbaz diyarkirin devera wan ji bo lîstika kaşûnbaziyê gelek guncawe, ger hikûmet bibe alîkar wê salane gelek geştiyar berê xwe bidin deverê û ji bo aboriya deverê jî wê sudek xwe ya zêde hebe.
Rêveberê Koma Kaşûnbazên Çomanê Ramyar Ehmed diyarkir ew rojane wek geştekê berê xwe didin deverê û lîstika kaşûnê dikin. Ramyar got; “Ev herêm cihek destdaye ji lîstika kaşûnê re. Welatiyên deverê keyfa wan gelek ji vê lîstikê re tê, lê ji ber nebûna kelûpelan û nebûna ti alîkariyek me nekariye em bi vê lîstikê berê gelek geştiyaran bidin vê deverê.”

Ramyar da zanîn ger hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe alîkar û pilanek wan ji bo devera Balekayetî hebe, wê hejmarek zêde ya geştiyarên navxweyî û biyanî berê xwe bidin deverê.
Kaşûnbazê bi navê Rêbaz Reşad jî di derbarê lîstika kaşûnê de got; “Ji beriya lîstika kaşûnê were kirin, cihê wê tê amadekirin, lê ji ber amêrên amadekirina cih nine em nikarin li hemû cihan lîstikê bilîzin. Lê li gorî cihên din ev dever ji bo lîstika kaşûnê cihê herî başe.”

Rêbaz diyarkir lîstikvanên wan di dema kaşûnbaziyê de ji ber nebûna derfetan gelek di westin. Her wiha da zanîn ger hikûmet bibe alîkar ew ê bikarin lîstika kaşûnbaziyê pêşxin û deverê bi geştiyaran bidin nasandin.
Li Balekayetî gelek çiyayên bilind ên wek Pirjê, Hesarî Sekran, Berdebûk, Çîxî Derê, Helgurd û Qeredê hene, ji ber bilindbûna xwe sê demsalên salê berf li ser wan heye û dikarin lîstika kaşûnê li ser bilîzin. Ji bilî Balekayetî çend saleke li navçeya Pêncwên a Silêmaniyê jî lîstika kaşûnê tê lîstin.
(kş)