Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Bi lîstika ‘Bîrdank’ bal kişandin ser çekên kîmyewî

October 22, 2022
0 0
Bi lîstika ‘Bîrdank’ bal kişandin ser çekên kîmyewî
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – 8’emin Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê di roja 3’yemîn de bi 3 lîstikan berdewam kir. Bi lîstika “Bîrdank” de bi “maskeyên gazê” îşaret bi çekên kîmyewî hat kirin.
 
8’emin Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li semta  Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê dest pê kiribû, di roja 3’yemîn de bi 3 lîstikan berdewam kir.  
 
Bernameya şanoyê ya îro bi lîstika “Sureyya Karacabey – Semînera Şano û Demê” dest pê kir. Nevaroka şanoyê li ser dem û hunerê bû.
 
Bername bi lîstika “Qesra Balindeyên Xemgîn” ku ji ber pirtûka Bextiyar Elî hatiye nivîsandin û teksta lîstikê ji aliyê Alan Ciwan û Huseyîn Umaysiz ve hatiye nivisandin, dewam kir. Lîstik ji aliyê Xezal Redkanî û Alan Cîwan ve hat lîstin. Di lîstikê de lîstikvan li ser bedena xwe bi bêhn, deng, reng û stranan di dema niha de dikevin pey şopa rêçên xwe û dipirsin, “Ya ku me dike em çi ye?”
 
Roja sisêyan a mîrhîcanê bi lîstika “Bîrdank” ku ji aliyê Rêveberîya Hunera Şanoyê ya Dihokê hatiyê amadekirin, bi dawî bû. 
 
MASKEYÊN GAZÊ
 
Listika “Bîrdankê” rexneyeke mezin li modernîzmê dike û li gel modernîzmê veguherîna mirovan berbiçav dike. Li gel vê vegûherînê çekdarbûyîna navneteweyî û şerên mirovahiyê ku mirov ji mirobûnê dûr dixe radixe ber çavan. Derhêner vê yekê xwestibû bi maskeyên gazê di Bîrdankê de bi cih bike.
 
Listik li gel metafora sotemeniyê ku ji bo gelên cîhanê derfeta jiyana aramiyê ye, lê mixabin ji bo kurdan mijara şerên navxweyî û rizîbûnê ye. Her ku sotemenî di nava axa Kurdistanê de heye, hem çavên hêzên hegemon hem jî kurdên ku çavên wan birçî nahêlin yekîtî û aramî di nava kurdan de bi cih bibe. 
 
Di lîstikê de migfer wekî sembola desthilatê tê nîşandan. Desthilata ku karibe hemû kurdan bîne cem hev, dema ku vê erkê digire, li dewsa biratî û aramiyê bi pêş bixe, pêşî ji gelê xwe re dibe “ezbenî” û li gel Maskeya gazê û sotemeniyê warê mirovahiyê dike dojeha li ser erdê. Listik ji dîrokê gelek metaforên evîn, wijdan, çand û jiyana kurdan di nava xwe de dihewanî. Di dawiyê de lehengê ku paqijî dikir maskeyên gazê, sotemenî û mîgfer xist nava gêlazê û diyar kir ku bîrdanka kurdan êş û elemên kurdan e.
 
Piştî lîstikê Şanoya Bajêr a Amedê plaket da lîstikvanan û lîstikvanan jî nûnerên xwe silav kirin.
 
BERNAMEYA SIBÊ 
 
Bernameya sibê ya mîhrîcanê bi vî awayî ye:
 
*23’yê Cotmehê: Yenî Sahne ya Êlihê – Serbaz (15.00)
 
*23’yê Cotmehê: Kati Hwner (Kerkûk) – Kas w Hanvın (20.30)

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin

Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist