Şêwekar Diyako Xatûn yê ji herêma Behdînanê, bi performanseke hunerî rexne li çerxa desthilatdariya mêr ya li ser jinê tê ferz kirin, girt.
Şêwekar Diyako Xatûn yê ji herêma Dihokê ya Başûrê Kurdistanê, bi xebatên xwe yên hunerî hewl dide balê bikişîne ser tundiya li dijî jinên Kurd.
Şêwekarê ji Behdînanê diyar dike, piraniya xebatên wî li ser rexnekirina cinsiyetparêziya civakî, tundiya li dijî jinê, êş û azarên ku jin ji ber sedemên şer û tundiya hêzên desthilatdar e.
Di vê çarçoveyê de performanseke hunerî ya rexne li çerxa desthilatdariya mêr a jinê timî di nava xelekekî de dizivirîne ya bi navê , “Bazne” de li taxa Eqarî ya Silêmanî hate nîşandan.
Piraniya kesên li performansa Diyako Xatûn temaşekirin, jin bûn û diyako xatûn dibêje, rengê Sûr ji bo wî tê wateya êşên jinên Şengalê, yên Sûriye û penaber jiyan dikin îfade dike.
Bi lingê û bi rengê sor, bazinek xîz dike û timî di wê çerxê de dizivire.
Diyako Xatûn diyar kir, wî heya niha vê xebata xwe li Dihokê, Silêmanî û Almanyayê nîşan daye.
(bz)