Li Silêmaniyê bi pêşangeheke wêneyan talankariya dewleta Tirk a li ser xwezaya Kurdistanê hat nîşandan.
Di saetên êvarê de li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Komeleya Afretanî Kurdistan û Lawanî Kurdistan ve pêşangehek wêneyan dibin dirûşma “Dagirker wêran dikin, em ava dikin” de li dijî şewitandin û birîna daristanên Kurdistanê hat vekirin.
Di pêşangehê de 21 wêneyên ku şewitandin û birîna daristanên Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve pêkanîne, hatin nîşandan.
(kş)