Ew her wiha dibêje, “Di encamê de, hunerê ne siyasî bi xwe jî kirineke serhildêr a erêkirina xwe ye”. Ew îşaret pê dike ku berhemên hunermendên jin ên Kurd qebqebûyê dikin li lihevkirinên muhafezekar, wekheviya cinsî didin pêş, û ji bo mafê mirovan têdikoşin, nexasim jî baviksalariyê û dewletên netewe yên Kurdistan dagir kirine, ji xwe re dikin armanc.
Zehra Dogan qederê 3 salan di hepsê de ma ji ber tohmetên “terorîzmê” ji ber ku wê wêneyek xêz kir yê ku tê de wêrankeriya artêşa Tirk a taxeke Nisêbînê hebû. Bi berhemên hunerî yên ku wê di hepsê de çêkirin, navneteweyî jî bal çûn serê. Piştî ku hat berdan, hunermenda 31 salî ji Tirkiyeyê reviya û pêşangehek ji bo berhemên xwe ava kir. Zehra Dogan dibêje, berhemên wê yên hunerî berê xwe didin bibîranîn, parastina çandê û femînîzma Kurdî dide pêş.
Berhemên Tara Abdullahê, par di pêşangeha “Basement (Jêrzemîn)” de li Silêmaniyê hatin nîşandan. Wê projeya dîtbarî “Mêyîne” da destpêkirin; ev proje berê xwe dide wan jinên şidet li wan dibe. Ji bo projeyê Tara Abdullah parçeyên ji cilûbergên 99 hezar û 678 jinên mexdûrê şidetê bi hev ve kirin û di encamê de berhemeke hunerî ya 4 hezar û 800 metreyî çêkir. Ev berhem ji Parka Nalî ya Silêmaniyê heta bi avahiuya dadgehê ya bajêr diçû.