Wî, ev 4 rojên tarûmarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi berhemên xwe dîtin û nîşan dan. Rêbiwar Perwîzî bi giştî ji mijarên rojeva civaka Kurdî re gelekî hestiyar e. Wî her wiha portreyê mamosteya Kurdî Zara Muhemedî jî çêkir. Dewleta Îranê hîna nû ji ber dersdana Kurdî 5 sal cezayê hepsê lê birrîbû. Wî wekî din portreyê şehîd Hozan Serhed jî vê dawiyê xêz kiriye.