Nivîskar Murat Celalî jî li ser “Gera dîrektor Elî Begê ya li Kurdistan û Bexdayê” nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Elî Begê ku di astên cur bi cur ên dewleta Osmanî de xebitiye; sala 1885’an derdikeve gerê û li gelek bajarên Kurdistanê jî digere. Nivîs balê dikişîne ser wê gerê.
Di vê jimarê de du hevpeyvîn hatine weşandin. Di yekê ji wan de Abdullah Încekan bi helbestvan Rojen Barnas re axiviye. Barnas ku di nav helbesta Kurdî xwedî cihekî muhîm e, li Ewrûpayê dimîne. Ew dibêje, “Min welatê xwe bi çandeya wî ya devkî û nivîskî bi xwe re aniye!” Di hevpeyvîna din de jî Dr. Omer Uluçay bi nivîskar Receb Dildar re axiviye.
Hafizê Şîrazî, Felat Dilgeş, M. Zahir Ertekin, Telet Tahîr. M. Zana Karak, Kevok Mizgîn, Perwîz Cîhanî,, Ali Karadeniz, Mela Muhemmed Gulnar, Ebru Yılmaz, Ahmed Arif, Sabri Akbel, Sîpanî, Osman Aytar, Merve Şivan, Omer Faruk Feyat, Rahmetullah Karakaya, Xecê Rêdûr, Wehab Mistefazade, Evdilxaliqê Îsa, Evdî Hesqera-Sadiqê Goçanî, Xortê Nazik, Bamed Serdar, Mutî, Receb Dildar