Di encamnameyê de li ser pêngava ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re; dem dema azadiyê ye’ helwesta hunermendan tê destnîşankirin û tê gotin, serbestiya Rêber Apo wê karê bingehîn ê têkoşîna wan be.
Di dewama danezana encamê de hin xalên têne destnîşankirin weha ne: “Şerê li herêma me û li çar aliyê welatê me diqewime, girîngiya dîrokî ya karê çand û hunera demokratîk û şoreşger ji her demê bêhtir radixe pêş çavan. Di konferansa me de hate ragihandin, sîstema kapîtalîst modernîst ji bo karibe serwer bibe û sîstema xwe bidomîne hewl dide bi rêya çand û hunerê xwe rewa bike. Heman rêbaz li Kurdistanê jî bi destê dewletên serdest, bi taybetî li dijî Kurdan bi giştî li dijî gelên herêmê tê bikaranîn. Hêzên mêtinger qirker, li dijî destketiyên têkoşîna azadiyê ya Kurd a nîv sedsalê, ne tenê bi operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî, her wiha bi êrişên qirkirina çandî jî dixwazin gelê Kurd bi rengekî topyekûn îmha bikin. Konferansa me destnîşan kir ku li qada çand û hunerê divê têkoşîn û berxwedaneke xurt li dijî hêzên mêtinger faşîst bê meşandin û bang li kadro, hunermend, rewşenbîr-nivîskar, wêjevan û her kesên li qada çand û hunerê dixebitin kir ku ji her demê bêhtir xwedî li nirxên azadî, wekhevî û demokratîk derkevin, li dijî faşîzmê di nava têkoşîne de bibin yek.
Konferansa me bal kişandiye ser asîmîlasyon û qirkirina li dijî çand, ziman û nasnameya Kurd û ji bo têkbirina vê polîtîkaya qirêj û pûçkirina êrişan, rol û girîngiya karên çand, huner û wêjeyê destnîşan kiriye. Lewma hatiye ragihandin ku divê TEV-ÇAND ji her demê bêhtir bi rengekî çalak têbikoşe, bi karên xwe yên afirîner, dewlemend ên huner û wêjeyê bi mîsyon û berpirsyariya xwe ya li nava civakê rabe, bi rêbazeke kar, li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku gelê me lê ye di karê çand-hunerê de qadên nû biafirîne û bi vî rengî wezîfeya pêşvebirina çand û hunera demokratîk a neteweya demokratîk daniye ber TEV-ÇAND’ê.”
Li gorî encamnameyê, di konferansê de hate ragihandin ku li dijî feraset û zîhniyeta zayendîperest, dewletperest û serdestiya mêr, li dora Îdeolojiya Rizgariya Jinê li qada çand û hunerê divê têkoşîneke çalak û rêxistinbûyî bê meşandin û işaret bi girîngiya pêşengiya jinê hatiye kirin ku di qada çand û hunerê de ya ji bo avakirina civaka zad xwedî roleke mezin e.”