Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê

September 24, 2021
0 0
Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
Share on FacebookShare on Twitter

 
NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û helbestvan Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê. 
 
Serokê nû yê PEN’a Navneteweyî diyar bû. Di nav namzetan de ji Tirkîyeyê Bûrhan Sonmez jî hebû. Namzetên din jî Gioconda Belli û Ben Okri bûn. Hat daxuyandin ku Endamê PEN’a Kurd û PEN’a Tirkîyeyê Bûrhan Sonmez bû Serokê PEN Internationalê. 
 
BÛRHAN SONMEZ KÎ YE?
 
Nivîskar Bûrhan Sonmez li gundekî biçûk ya naverasta Tirkiyê ji dayik bûye, ew di wê demê de mezin bû ku bi kurdî diaxivî lê di fermiyetê de kurdî qedexe bû, piştre li dibistanê fêrî tirkî bû. Di salên piştî darbeya leşkerî ya 1980 de ji bo xwendina hiqûqê çû Stenbolê. ji ber çalakiyên demokrasîxwaziyê ji zanîngehê hate avêtin û incex heft sal şûnde mezûn bû. Demekê li Stenbolê wek parêzer xebitî. Tevlî Komeleya Mafên Mirovan bû û TAKSAV(Weqfa Çand û Hunerê ya Lêkolînên Civakî) damezrand. Piştî êrîş û birîndarbûna ji aliyê hêzên polis ve, mecbûr ma here derveyî welat û li Igilîstanê bicih bibe. Bi alîkariya Navenda Azadiyê ji Îşkenceyê ya li Londonê dermankirinek demdirêj wergirt. 
 
Tevî ku bi helbestê eleqedar bû û li Tirkiyeyê ji bo helbestê xwe du xelat wergirtin, li xerîbiyê destê xwe li nivîsandina romanan gerand. Eleqeya wî bi nivîsandinê, ji ber çîrokên kevneşopî yên ku pê mezin bûye. Tecrûbeya bêhempa bi mezinbûna li gundek dûr û bêyî elektrîkê, xwedîbûna wî bi dayikek çîrokbêj ya jêhatî ji nivîsên wî re bûne îlham û materyal peyda kirine. 
 
Bûrhan Sonmez nivîskarê pênc romanan e. Romanên wî Kûzey (Bakur-2009), Gunahlar ve Masûmlar(Guneh û Masûm, 2011), Stenbol Stenbol (2015), Labîrent (2018), Taş ve Golge(Kevir û Sî, 2021) ne. Romanên wî li çil û du zimanan hatine wergerandin. 
 
Li Keyaniya Yekbûyî (Ingilîstanê-2018) Xelata Edebî ya EBRDyê wergirt. Ji Weqfa Vaclav Havel ya li Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (2017) xelata “Distirbing the Peace(Astengkirina Aşîtiyê)” stend. Li Tirkiyeyê Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavî(2011), Xelata Romana Herî Baş ya Izmîr St. Joseph(2011) stendiye. Xelata Rûmetê ya Çîroka Herî Baş ya BUYAZ(2015) jî stendiye.  
 
Wekî din, pirtûka helbestê ya William Blake ya bi navê “Zewaca Bihuşt û Dojehê”  wergerandiye Tirkî. Nivîsê wî di rojnameyên cihêreng ên wekî The Guardian, Der Spiegel, La Repubblica hatine weşandin. Endamê juriyê yê Xelata Wêjeyê ya Cevdet Kudret-2014 û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevre-2020 bû. Li Tirkiyê li zanîngeha ODTU mamostetiya wêje û romanê kiriye. 
 
Bûrhan Sonmez endamê sê navendên PENê ye: PENa Ingilîzî, PENa Kurd û PENa Tirkiyê. Bi salan e endamê rêvebiriya PENa Navneteweyî bû. Di hilbijartina 20-22.09.2021ê de jî bû serokê PENa Navnetewî. Geh li Stenbol û geh li Cambridgeyê dijî.
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Arsîsa dersên Kurdî dide

Arsîsa dersên Kurdî dide

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist