Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne

May 20, 2022
0 0
Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

ÎZMÎR – Ridvan Suren ku ji zarokatiya xwe ve heya niha çanda dengbêjiyê didomîne û li dûrî welatê xwe vê çandê di şert û mercên zehmet de li Îzmîrê didomîne. 
 
Dengbêjî ji bo bîra civakî xwedî rol û ristek girîng a ragihandinê û zindî hiştinê ye. Ji roja ku dengbêjî peyda bûye heta roja me ya îro bi rolek girîng rabûye. Kurd bi sedan salan li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî bi rêya dengbêjiyê li ber xwe dane û bi saya dengbêjan destan, ketlîam û geşedanên civakî heta îro ragihandin e. Dîrok, erdnîgarî, wêje, serpêhatî, lehengî, şer û gelek qewimandin bi devkî hatiye ango bi denbêjiyê hatiye vegotin. 
 
Yek ji van dengbêjan jî Ridvan Suren ê 68 salî ye. Suren anî ziman ku ew dengbêjiyê di zarokatiya xwe de ji bavê xwe û ji mamê xwe, li Gundê Fafê ya navçeya Mahsertê ya Mêrdînê fêr bûye. Suren ji ber pirsgirêkên aborî di temenekî biçûk de koçî Îzmîrê kiriye û diyar kir ku ew vê kevneşopiyê wek malbatî didomîne. Suren di zaroktiya xwe heya niha di şahî û dawetan de vê kevneşopiyê zindî dihêle û bi bîr xist ku ew ji gundê ku ji dayîk bûye bi sedan kîlometreyan dûrtir li Îzmîrê dengbêjiyê dike û di kilamên xwe de qala sirgûn, qetlîamên kurdan û dagirkeriyê dike.
‘JI BO MIN PÎROZ E’
 
Suren destnîşan kir ku wî pir li dengbêj Seyîdxanê Boyaxcî û Evdilhadiyê Ribhetê Darê guhdar kiriye û di bin tesîra wan de maye û wiha got: “Tu qewm wekî kurdan rastî zext û zoriyê nehatine. Gelek destan wekî Mem û Zîn, Siyabend û Xecê bi saya dengbêjiyê hatine heya roja me. Divê dengbêjî bi peretî neyê kirin û bi vî awayî ji nirx û mîsyona xwe dûr nekeve. Dengbêji ji min re pîroziyek e. Dema ku ez distrêm dikarim bi saetan bûyerekê vebêjim.”
 
‘JI DENGBÊJIYÊ FAMKIRIN JI DÎROKÊ FAMKIRIN E’
 
Suren bertek nîşanî xemsariya ciwanan a li hember dengbêjiyê da û wiha got: “Ciwan stranên gelek cuda guhdar dikin. Ger ku guh bidin kilamên dengbêjiyê dê ji dengbêjî û dîrokê fam bikin. Dengbêjî emanetê pêşengên çanda me ne. Dengbêjeka wekî Eyşê Şanê li Îzmîrê jiya û me wê demê qedrê wê nezanî. Lê îro hezaran Eyşê Şan hene. 
 
DAXWAZA MALA DENGBÊJAN
 
Suren anî ziman ku li gor giringiya xwe xwedî li dengbêjan nayê derketin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li Îzmîrê 13 dengbêj hene û ger ku derfet ji wan re bê avakirin ew dê dikaribin li mekanên vekirî klamên xwe ji gel re bistrên. Ji bo ku ez kilaman vebêjim diçim Amedê. Ez dixwazim navenekî çandê li Îzmîrê jî bê avakirin da ku em bi kilamên xwe yên dengbêjiyê li vir bistrên.” 
 
MA / Delal Akyuz

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post

'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist