Va ye dîsa bihar hat heyrano… ew zozanên te ji wan hez dikir, xwe xemilandine bi sosinên bejî, di keviya zinaran de pirpizêk difitiqin. Berfa li ser guliyê daran diherike ber bi qontara Cûdiyê Miradan ve. Kaniyên bin zinaran diteqin û rûbar bi coş, boş diherikin. Pelên rojnivîskên te ji bin berfê hêdî hêdî serê xwe hildikin û ji me re qala Botanê dikin, ew Botana ku di biharan de bi rengên binevşî dixemile û dibe bûka Kurdistanê.
Bi ku ve çû?
Geliyê Besta her bihar, çavên xwe kor dike ji bo çavên te yên çê! Kambax bimîne kê ew dahfik li ber te veda. Kîjan çavsorî qesta çavên te yên şîn kir. Kîjan dirrindeyî dest dirêjî kameraya te kir. Tu dizanî heyrano, her bihar kamerayek çavikên objektîfa xwe dişikîne û dinale di newalên kûr yên Bestayê de. Her bihar wênekêşek deqlanşora xwe ko dike ji bo tiliyên destê te. Heyrano, dîmenên biharê li benda te ne. Va ye, Botan gazî te dike dîsa, dixwaze te di hembêza Cûdiyê Miradan de careke din pêşwazî bike. Va ye, dîsa bihar hat û dîmenên li gorî dilê te, kêliyên li gorî çavên te yên çê, dibiriqin li Botanê.
Ji wê rojê ve Cûdî guherî