“Qamişloka Evînê”. Wê wiha behsa zehmetiyên bavê xwe jî kir: “Dema Cegerxwîn li gelek cihên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cegerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan û zor û zehmetiyên jiyana wî, bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn. Cegerxwîn ji sala 1924’an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna Serhildana Şex Seîd, hestên neteweyî yên Cegerxwîn gur bûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûnê. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawarê de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedem ku ew berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd ji wan tê, peyda bibin.”
Suad Cegerxwîn behsa rêwitiya bavê xwe ya li Iraqê jî kir û got, “Cegerxwîn bi dil û can hewl dida piştgiriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike.
Suad Cegerxwîn wefata Seydayê Cegerxwîn jî kir: “Cegerxwîn para bêhtir jiyana xwe li Qamişlo bihurand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22’ê Cotmehê sala 1984’an Seydayê Cegerxwîn çû ber dilovaniya xwedê. Cegerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên hezkiriyê helbestên wî, hate veşartin.”