Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Cemal Xetat bi salane xweşikbûna xwezayê li ser tabloyan xêz dike

February 25, 2021
0 0
Cemal Xetat bi salane xweşikbûna xwezayê li ser tabloyan xêz dike
Share on FacebookShare on Twitter

Cemal Xetat li navçeya Kelar a Germiyanê nêzî 30 sale bi karê şêwekariyê ve mijule. Ew xweşiktiya xwezaya Kurdistanê bi taloyan xêz dike. Lê ew jî mîna gelek hunermendên din ên Başûr diyar dike, hunera welatên biyanî hunera Kurdistanê dagir kiriye.

Cemal Ebdulrehman Mehmud bi nasnav Cemal Xetat, di sala 1967’an de li gundê Mehmud Qecerî yê bajaroka Qoretu ya Xaneqînê hatiye dinê. Piştre derbasî navçeya Kelar a Germiyanê bûye û niha li wir dijî.

Cemal bi salane karê şêwekariyê dike. Heta niha 7 pêşangehên taybet ên şêwekariyê vekiriye. Her wiha bi tabloyên xwe tevli zêdetirî 100 pêşangehan bûye.

Cemal di piraniya tabloyên xwe de xweşiktiya xwezayê, çanda Kurdewarî, pezkuvî, balinde û sewalan xêz dike. Cemal diyarkir mirov tenê dikare bi xêzkirina tabloyan rastiya di hindirê xwe de xêz bike. Cemal got, mirov dikare bi xêzkirina tabloyan xweşî û nexweşiyên di hindirê xwe de nîşande.

Cemal da zanîn ji berku giringî bi karê wan nayê dayîn ew bi fikarin û wiha got; “Mixabin hemû avahiyên ku niha li Herêma Kurdistanê tên çêkirin, bi tabloyên welatên Çîn, Kanada û welatên Ewropî têne nexişandin.  Tabloyên me jî di destê me dimînin û kes rewşa me napirse.”

Her wiha Cemal da zanîn di navbera salên 1980 ta 1991’an li herêma Germiyanê ji niha hîn zêdetir giringî bi karê şêwekariyê dihat dayîn.

Cemal Xetat jî mîna gelek hunermendên din di wê baweriyê de ye ku hunera welatên din, hunera Kurdistanê dagir kiriye û ev yek jî bûye sedem hunermendên Başur werin paş guh xistin.

(kş)

#Rojnews

Next Post
Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran

Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist