Qela Dêrê ya li parêzgeha Hewlêrê, di serdema xwe de yek ji qelayên mezin ên parastina desthilata Mîrê Mîrnişîna Soran bû. Lê niha ev qela wêran bûye û tenê şunwarê wê maye. Qela Dêrê ji ber xwedî lê dernetinê ti simayê qelayê pêve diyar nemaye, heta ku bibe beşek ji çand û şunwarên Kurdistanê.
Li gorî çavkaniyên dîrokî, dîroka avakirina Qela Dêrê digihe salên hezaran ên beriya zayînê. Yanî di serdema Aşuriyan de hatiya çêkirin. Piştre jî di serdema Mîr Mistefa bavê Mîr Mihemed Paşayê Rewanduzê de hatiye nûjenkirin. Tê gotin Qela Dêrê di serdema xwe de di salên 1800-1838’an de ji bo çavdêrîkirina rêya bazirganiyê ya di navbera Mîrnişîna Soran a li gel Mîrnişîna Hawsêkanî, Îran û Tirkiyeyê dihat bikaranîn. Li gor gotina xelkê deverê, ta destpêka sedsala 20’an jî hinek malbat di nava qelayê de jiyan dikirin. Piştre hatiye valekirin û bûye navendek ya leşkerên Iraqê. Piştre jî wêrankariya niha bi ser de hatiye.
Rêveberiya giştî ya şunwarên Herêma Kurdistanê navnîşana Qelaya Dêrê wiha pênase dike, “Qelaya Dêrê dikeve durî 40 kîlometre bakurê Hewlêrê. Li ser rêya Hewlêr Dare Bizmare û li nêzî gundê Dêrê ye ku qela navê xwe ji gundê Dêrê digre. Ev qela li ser girek hatiye avakirin û bilindiya wê 39 metreye.”
Şeş koşeyên qelayê hene û şeş burcên wê jî hene. Li aliyê başûrê rojhilatê qelayê şunwarê mizgeftek û hinek xaniyan heye. Ji ber şêwaz û dîwarên van xanî û mizgeftê bi heman keresteyên ku qela pê hatiye çêkirin, tê gotin ku dibe dîroka çêkirina wan jî bigihe dîroka çêkirina qelayê. Qela bi berên nazik û kislê hatiye avakirin. Ji bilî burcên wê çend odeyek wê hene û deriyê wan bi aliyê hewşê de vedibe. Di nava qelayê de bîrek avê heye û ji kaniyên derdorê bi rêya coyan av ji bo vê bîrê hatiye kişandin. Tê gotin heta salên 1970’an jî av di vê bîrê de hebû.
Qela Dêrê hatiye paşguhxistin û pêwîstiya wê bi nûjenkirin û nasandinek hîn zêdetir heye. Di demsala Biharê de gelek welatî serdana vî cihî dikin û bûye cihek geştiyarî.
Welatiyê bi navê Remezan Nebî ji bo derbaskirina demek xweş û geştê serdana Qela Dêrê kiriye. Remezan diyarkir divê mirov şanaziyê bi dîroka netewa xwe bike û daxwaz ji hikûmetê kir ku çand û dîroka Kurdî bi parêze.

Rêveberê Şunwarên Hewlêrê Nadir Babekir jî di derbarê Qela Dêrê de got; “Rewşa Qela Dêrê ne başe û pêwîstiya wê bi nûjenkirinê heye. Mixabin ji welatên biyanî û bajarên din ên Iraqê welatî tên Hewlêrê daxwaz dikin serdana cihên dîrokî bikin, lê me cih nine em nîşanê wan bidin.”

Di derbarê sedema nûjen nekirina qelayê de Nadir Babekir got, ji bo nûjenkirin û derxistina cihên dîrokî, pêwîstî bi peydakirina budceyê û navendek kontrolkirinê heye. Nadir da zanîn divê şunwarên dîrokî bibin yek ji çavkaniyên dahata hikûmetê.
Nadir Babekir daxwaz ji hikûmetê kir ku yasa û rênmayan bide kerta taybet daku bikare di nûjenkirin û giringîdana şunwaran de rola xwe bilîze.
Li gorî amarên rêveberiya şunwaran, li sinorê parêzgeha Hewlêrê zêdetirî hezar şunwar hene û heta niha jî lêkolîna li ser van cihan didome. Ji van şunwarên dîrokî yên herî zêde tên naskirin, Qela Hewlêrê, qelaya Xanzad û Duwîn, Qela Dêrê û qela Baneman e ku ev cih hemû jî pêwîstiya wan bi nûjenkirinê hene.
(kş)