Yilmaz, bi helbest û nivîsên xwe “bîrnameyekê” ava dike û nahêle em tiştan ji bîr bikin. Ew dibêje, “Xwîner dikarin bibin kirdeyên çalak.”
Mane û girîngiya vê xebatê li gorî min ji ber ku armanca wê “jibîrnekirin” e. Rast e; di forma zêmarekê de ye. Li gorî min heta ast û rastekê zêmar û bîrname yek in. Helbet hêl û milên ku ji hev cuda dibin hene. Lê di reseniya vê xebatê de, ez wilo dibînim û dinirxînim. Li gel vê em dikarin wek berhevoka bibîranînan jî binirxînin. Ya girîng helbet ne ev xal e. Li gorî min ya girîng û watedar ew e ku “jibîrnekirinê” bi bîra me dixe. Heger em bala xwe bidin rist û fonksiyona “zêmarê” û “bîrnameyê” em baş têdigihîjin ku “jibîrnekirinê” zindî dike. Lewra nahêle em ji bîr bikin. Li gel vê, ev xebat û bername ji cûr be cûr metnan pêk tê. Tê de helbest, bibîranîn, name, gotûbêj û gotar hene.
Xebateke min a domdar a helbestê heye, çiqasî serketî ye, ez nizanim. Bi qasî deh dosyayên min ên helbestên Kurdî hene. Yeke bi Tirkî heye. Lê dem û derfetên çapkirinê heta vêga bi dest min neketine. Ji helbestên min, ev berhema navbirî tenê hatiye çapkirin.
Xebateke min ya di vî warî de hebû. Bi encam bû û vêga li ber çapê ye. Karekî dûvdirêj û zehmet bû. Lê hêja ye. Ji pêdiviyê wêdetir, ji ber xem û şayîşa min a derbarê ziman de bû. Bala min ji mêj ve kişand ku cotepeyv hêmaneke zimanê me yê resen e û ziman herikbar û helbestane dike. Lê ji qonaxekê şûn ve, min dît ku di deqan de û di axaftinê de ev lawaz e û heta nîne. Loma min hest pê kir û pêdivî dît ku ev xebat bête kirin û belkî hin zimannasan teşwîqî vê mijarê bike. Bê cotepeyvan zimanê me stewr e; ziwa û kelemkotî ye. Hêvî dikim ev bi kêr bê. Bi taybetî di deq û metnên wêjeyî de ev li ber tinebûnê ye.