Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye

June 24, 2022
0 0
Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Dadgeha Îstinafê ji bo biryara qedexekirina şanoya kurdî “Bêrû”yê got, biryara qedexekirinê dijî rêgezên Qanûna Bingehîn e. 
 
Di 13’ê Cotmeha 2020’an de Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê şanoya bi kurdî “Bêrû”yê bi hinceta “dibe ku pergala cemaweriyê xera bike” qedexe kiribû. Her wiha Wezareta Karên Navxweyî jî ji bo vê şanoya ku Darîo Fo nivîsandiye û derhênerê wê Îsmaîl Çatakli ye gotibû “propagandaya PKK’ê dike.” Piştî vê şanoger jî serî li dadgehê dabûn. Dadgeha Îdare ya 10’an a Stenbolê serlêdana şanogeran red kiribû. Piştî vê biryarê lîstikvanên Teatra Jiyana Nû serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Stenbolê (Îstinaf) dabûn. 
 
Dadgeha Îstinafê li hemberî biryara dadgeha herêmî biryar da ku biryara qedexekirinê dijî rêgezên Qanûna Bingehîn e. Îstinafê biryar da ku doza qedexekirinê bê betalkirin. .
 
Teatra Jiyana Nû têkildarî vê biryarê daxuyaniyek da. Daxuyaniya Teatra Jiyana Nû bi vî awayî ye:
 
“Weke ku tê zanîn şanoya me ya bi navê ‘Bêrû’ ya ku di Cotmeha 2019’an de dema ku dê li salona bajarê Stenbolê bihata nîşandan ji aliyê Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ve bi awayekî derqanûnî hatibû qedexekirin. Ji bo rêyên hiqûqî serîlêdan hatibûn kirin û pişt re biryara qeymeqamtiyê ji aliyê dadgeha îdarî ve jî hatibu erê kirin.
 
Di encama îtiraza me ya li dijî vê biryarê de, Daîreya Doza Îdarî ya Dehemîn a Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Stenbolê, li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî, hem ji bo qeymeqamtiya navçeyê û hem jî ji bo dadgeha îdarî biryarek mecbûrî û mînak da. Dadgeha Îdareya Herêmî bi bîr xist ku di xala 27’an a Destûra Bingehîn de mafê her kesî heye ku bi awayekî azad fêrî zanist û hunerê bibe û zanist û hunerê fêr bike, di van waran de rave bike, belav bike û her cure lêkolînan bike. 
 
Dadgeha Îdarî ya Herêmê bi bîr xist ku krîterên ku derbarê mijarê de bi Destûra Bingehîn û DMME’yê hatine diyarkirin rewabûna parastin û argumanên ku me di îtîrazên xwe de pêşkêş kiribûn piştrast kir û biryar da ku qerara qedexeyê ya ku ji aliyê Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşayê ve hatiye dayîn li dijî prensîbên bingehîn e. Li gorî destûra Bingehîn û ji aliyê qanûnî ve nederbasdar e û rê li ber îtiraza biryarê jî girt.
 
Tevî vê yekê, me dît ku di van demên dawî de li seranserê welêt qedexeyên keyfî û neqanûnî yên şano û muzîka kurdî ji aliyê yekîneyên ewlekarî û dezgehên sivîl ve berdewam in. Vê biryarê jî nîşan da ku pêkanînên li ser qedexekirina şanoya me ya bi zimanê dayikê, bi awayekî eşkere mafên Destûra Bingehîn binpê dike. Em hêvî dikin ku ev biryara Dadgeha Îdarî ya Herêmê ji aliyê sazî û dadgehên fermî ve neyê paşguhkirin û em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li Tirkiyeyê û her wiha li hemû cîhanê bi awayekî azad lîstikên xwe yên şanoyê bidomînin.
 
Bi vê munasebetê em tîma Teatra Jiyana Nû, spasiyên xwe yên bêdawî ji hemû kes, sazî û rêxistinan re dixwazin ku ji roja qedexekirinê heta niha ji piştgiriya xwe bêpar nehiştine.”
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Derz û valahiyan  bi neqşan dadigire

Derz û valahiyan bi neqşan dadigire

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist