Gava mirov dibêje fotograf ango wêne, bêguman ronahî tê bîra mirov, heger ronahî tinebûya, ne fotograf ne çavên me ne jî hunerên reng, sî, ronî û tariyê wê hebana. Axir, bêyî keşfa têkiliya heyatî ya di navbera ronî û fotograf de wênegirî wê nikaribûya ewqasî xwe bi pêş bixe û bibe hunerekî berbiçav. Ji lewre mirov dikare bibêje, havênê fotografî ronahî ye û ew bi ronahiyê tê meyandin. Mayîndekirina ronahiyê ya bi rêya fotografî bala gelek wênegiran kişandiye û ew xwe li vê hunerê balkêş girtine. Vitor Schietti jî yek ji wan wênegiran e ku ew bi dû ronahiyê ketiye. Dixwaze bi ronahiyê wêneyên balkêş biafirîne û ronahiyê mayînde bike.
Darên bi efsûn û balkêş
Ji bo ronahiyê fîşekên hewayî bikartîne
Schietti, îlham û sirûşa xwe ji kuçe û kolanên bi dar yên welatê xwe Brezîlya digire. Tenê ne kuçe û kolan, ew ji dîmenên xwezayê yên dûrî bajêr jî sûdê werdigire û diçe li wir fotografan digire. Xweza dibe tuwala wî û ew bi ronahiyê li ser vê tuwalê fotografan xêz dike û daran dixemilîne. Schietti ji bo fotografên xwe yên ku ew wek “Peykerên Nedaimî” yanî fanî bi nav dike, dibêje, “Ronahî vediguhere firçeyê, cihên vala yên derdorê jî tuwala min in, bi saya ronahiyê li ser vê tuwalê ango kaxizê pirsan dikim, bersivan didim, nihêrînên xwe derdibirim, hin nepeniyan derdixim holê yan jî hin tiştan tê de dinixumînim.”